Yoruk: AKP dixwaze ketina Reqayê bi dereng bixe

Alîkar Doç. Dr. Zafer Yoruk got, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, ji bo derengxistina ketina Reqayê ne.

Alîkar Doç. Dr. Zafer Yoruk, li ser planên AKP'ê yên ji bo dagirkirina Efrînê ji ajansa me re axivî.

'JI PÊŞVEÇÛNA LI REQAYÊ ACIZ IN'

Yoruk wiha bi nav de çû: "Ji gotina ‘Kobanê ti nemaye ku bikeve' em hatin 'Reqa ti nemaye ku bikeve'. Têkiliyeke çawa ya AKP’ê bi DAIŞ’ê re heye ev hê xaleke tarî ye. Di encama vê têkiliyê de niha DAIŞ ji herêmê tê paqijkirin û ev desthilatdariya siyasî aciz dike, em bi vê nizanin. Bi ya min ev haziriya leşkerî û ev êrîş semptomek ji vê ye. Helbet ev tenê bi rewşa giyanî nikare were vegotin lê bi ya min hêleke wê ya wiha ya psîkolojîk jî heye. Ji ber ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqa bi pêş ve diçe. Ev bloka dewleta kûr a şerîatparêz a ku bi  Tirkiyê re di nav tifaqê de ne aciz dike. Helbet hêla leşkerî ya meselê jî heye. Heke talokeyek li ser herêmeke Rojava çêbibe QSD hewce ye ku  beşek ji hêza xwe bikişîne wir. Diyar e ku ne astengkirina ketina Reqayê jî be tê xwestin ku ketina Reqayê bi derengî bixin. Mirov dikare bibêje ji vê derengxistinê sûdeke desthilatdariya siyasî ya Tirkiyê heye. Lê ev berjewendî an jî bendewarî çiye? Ji bo ku mirov analîza vê bike divê mirov rastiya ku Tirkiye di operasyona Mûsil û Reqayê de li derve hatiye hiştin bîne ber çavan her wiha rewşa tengavî ya Qetarê ku niha ketiyê, ku tekane hevalbendê deshilatdariya siyasî ya Tirkiyê ye."

'ÇAVÊ XWE JI ÊRÎŞAN RE DIGIRIN'

Di dewama axaftina xwe de Yoruk got, "Me dît ku hêzên dewletê yên Sûriyê û Rûsyayê li ser êrîşa Tirkan a li ser Efrînê tiştek nekirin. Bi taybetî jî piştî şerê bi DYA’yê re diyar e ku hin niyetên dewleta Sûriyê hene. Bi kêmanî li rojava Ferêt hewl tê dayin ku desthilatdariya Beas dîsa ava bike. Kantona Efrînê ji bo vê armancê dibe ku weke asteng tê dîtin. Ji bo ve jî niha çavê xwe ji êrîşên Tirk re yên bi ser Efrînê de digirin. Lê ev hevseng niha dikarin biguherin."

'BI SERÊ XWE ŞOREŞEK E'

Yoruk li ser Rojava  jî got, "bi serê xwe şoreş e" û wiha berdewam kir:

"Bi taybetî jî ceribandina Rojava, weke pratîka xwerêveberiyê ku dewletbûnê red dike bi serê xwe şoreşek e. Ji ber ku di nav şertên şer de ye dibe ku hin kêmasî û şaşîtiyên xwe hebin. Ya girîng ne ew e ku mirov li ser van kêmasî û şaşîtiyan ava bike lê mirov bi zanibe ku ev kêmasî û şaşî ne û mirov ava bike. Li Rojhilata Navîn ji bo pir rengî, jiyana hevpar, rengê serweriyê û serweriya cografîk ve nûbûnek e. Lê bêhempa ye, em bi vê nizanin. Dibe ku mirov li derveyî pênaseyên demokratî û dewleta millî ku em pê nizanin bifikirin. Ev bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn û dinyayê nûbûn in. Mijara jinê jî bi serê xwe şoreş e. Fikra artêşekê ku bi temamî di insîyatîva jinê de û di rêveberiya jinê de, ji bo gelek dewletên serwer ên rojhilata navîn û hêzên muxalîf şevreşk û kabûs e. Mînakên wê kêm in ku jin di jiyana civakî, siyasî û leşkerî de, di pêvajoya biryardayinê de însîtavî ev çend tê teşwîqkirin. Li cografyayeke weke ya Rojhilata Navîn ( ku tê zanîn dijminatiya li jinê sîsika gerdîşe û baweriyên dînî ye) pir girîngtir dibe kirina van tiştan.

Dema ku mirov dibêje Rojhilata Navîn hewceyî pê nîn e ku mirov biçe dûr, Yemen, Libya û Misrê. Mirov bide ber hêzên Pêşmerge yên Bakurê Iraqê, ku jin tê de nîn in, bes e. Îro li Tirkiyê, li Meclîsê di zêdekirina temsîla jinê de em vê dibînin. Di vê mijarê de welat gelek tiştan deyndarî tevgera Kurd e. Bi kurtasî fikra YPJ’ê, tenê di qada şer de ne şerkeriya jinê tenê ye her wiha di gelek qadan de tê wateya ku wekheviyê ji bo jinê tîne. Jin tenê weke kesên şerker na lê li Rojhilata Navîn weke kirdeyên civakî di nav Rojhilata Navîn de çêdibe. Ê ku tovê vê çandî beriya her tiştî tevgera Kurd e ku hatiye vê astê."

ZAFER YORUK KÎ YE?

Alîkar Doç. Dr. Zafer Yoruk di teoriya siyasetê û di qadên siyasetê ya Rojhilta Navîn de li Zanîngeha Londrayê perwerdehiya lîsansê dîtiye, lîsansa bilind û doktoraya xwe li Zanîngeha Essexê, li kursiyê 'Îdeolojîk û Analîza Gotinê' ku ji hêla Ernesto Laclau ve tê birêvebirin, temam kiriye. Li qadên çandî û psîkanalîzê xebatên xwe didomîne.