Polîsan pêşî li birêketina parêzerên Yuksekdag girtin
Parêzer ji bo tevlî rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bibin ber bi Enqereyê ve bi rê ketin. Lê belê polîsên Tirk pêşî li wesayita wan girtin.
Parêzer ji bo tevlî rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bibin ber bi Enqereyê ve bi rê ketin. Lê belê polîsên Tirk pêşî li wesayita wan girtin.
Parêzer ji bo tevlî rûniştina destpêkê ya doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya girtî Fîgen Yuksekdag bibin, berê xwe dan Enqereyê, lê belê polîsên Tirk pêşî li wan girtin û nehiştin wesayita wan bi rê bikevin.
Di serî de parêzerên ji Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, gelek parêzer ji bo Yuksekdag biparêzin berê xwe dan Enqereyê. Lê belê otobusa ku ji Şîrînevlerê bi rê ket, berî bigihêje cihê parêzer lê bûn, ji aliyê polîsan ve hate sekinandin.
Polîsan bêyî ku hincetekê ji parêzeran re bêje, yekser wesayit sekinand û nehiştin bi rê bikeve.