Elmanya: Erdogan bi destûra me dikare li sefaretxaneyê biaxive
Elmanya ya ku lidarxistina mîtîngê ya Serokkomarê Tirk Erdogan qedexe kiribû niha jî daxuyanî da û got: “Erdogan bi destûra me dikare li sefaretxaneyê biaxive.”
Elmanya ya ku lidarxistina mîtîngê ya Serokkomarê Tirk Erdogan qedexe kiribû niha jî daxuyanî da û got: “Erdogan bi destûra me dikare li sefaretxaneyê biaxive.”
Piştî krîza mîtînga Erdogan hikûmeta Federal zagonek qebûl kir. Ev zagon têkildarî lidarxistina mîtîngên li Elmanyayê yên siyasetmedarên biyan e. Ev zagon di raya giştî de jê re dibêjin “Zagona Erdogan” û beriya hatina Erdogan a di 7-8’ê Tîrmehê ya ji bo civîna G-20 ev zagon hate qebûlkirin.
Li ser vî tiştî alîgirên AKP’ê dest pê kirin ku li sefaretxaneya Tirk ên Elmanyayê çalakiyan lidar bixin. Hewl dan ku çalakiyan di salvegera 15’ê Tîrmeha Hewldana Darbeyê de li dar bixin û li Elmanyayê şoveke siyasî bikin.
Lê berdevkê Wezîrê Karê Derve Martîn Schafer îro di civîna çapemeniyê de got ku Erdogan tenê bi destûra hikumeta Federal dikare li Konsolosxaneyên Tirkan biaxive. Berdevk diyar kir ku divê hikumeta Tirk berê serî li Wezareta Karê Derve ya Elmanyê bide û got: “Piştî serîlêdanê hikumeta me dikare destûrê bide.”
Schafer diyar kir ku çalakiyên bêdestûr li konsolosxaneyên welatan be jî sûc e û peyama “Erdogan li sefaretxaneyê bêdestûr biaxive wê ne xweş be” da. Bi vê re hikûmeta Merkel derfeta ku Erdogan li Elmanyayê şovekê bike jî, ji destê wî stend.
Rêveberiya Berlînê ligel ku qedexe kiribû ku wezîrê AKP’ê li Elmanyayê çalakiyan lidar bixin, wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû derketibû şaneşîna Sefaretxaneyê Tirkan a li Hambûrgê û ji alîgirên Erdogan re axivîbû.
Serokkomarê Tirk Erdogan ê ku ji bo civîna G-20’yê tê Elmanyayê ji bo ku mîtîngekê lidar bixe serîlêdana fermî kiribû. Lê ev daxwaz ji aliyê Elmanyayê hatibû redkirin.
Nûçeya têkildar: