ROJANE
Hemû Nûçe
-
Erdogan got 'Yan ez, yan jî ew 32 rojnamevan!'
Derket holê ku hikumeta Elman lîsteya rojnamevanên ku wê beşdarî Civîna G20 bibûna ya ku hefteya borî li Hambûrgê li dar ket, li gel Serokkomarê Tirk Erdogan amade kiriye. -
Mîrateya gemarî ya ku JÎTEM'ê radestî AKP'ê kir: Hîzbûllah
AKP, bi hemû derfetên dewletê Hîzbûllahê diparêze û ji bo ji nû ve weke hêza kontra bi kar bîne, amade dike. -
Girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M a Ermenekê, li hemberî helwesta îdareya girtîgehê û pêkanînên ku 'rûmeta mirovan binpê dikin' ên li ser wan tên ferzkirin, dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Polîsên Elman û MÎT li Hambûrgê bi hev re xebitîn
Derket holê, polîsê Elman lîsteya rojnamevanên di hefteya bihurî de tevlî civîna bilind a G-20'ê bûn, tevî MÎT'ê amade kiriye. -
'Ocalan û sê girtiyên PKK'yî winda ne'
Parêzer Cengîz Çîçek got, êdî têrê nake ku mirov ji nêzîkatiya li hemberî Ocalan re bêjin "tecrîd" û destnîşan kir, ku ew rewşa Ocalan weke "winda" bi nav dikin. -
MÎT’ê li Laheyê li hemberî Kurdan ‘lîsteyên mirinê’ amade kir!
Rojnameya De Telegraff a li Hollandayê diyar kir ku serwîsên îstîxbaratê yên Tirkan li Ewrûpayê li hemberî Kurdan ‘lîsteyên mirinê’ amade kirine. -
Aştîxwaz neparastin, lê ji kujeran re bûn mertal
Di rûniştina Doza Komkujiya Enqereyê de, di navbera parêzeran û polîsan de rageşî derket. Balkêş bû di nava vê aloziyê de polîsan bi mertalên xwe bersûc parastin. -
'Parêzvanên mafên mirovan wê ti carî bê deng nemînin'
Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê, êrîşên hikumeta AKP'ê yên li hemberî parêzvanên mafên mirovan bi 'dînîtiyê' pênase kirin û gotin, ew ê ti carî bêdeng nebin. -
Li Ewrûpayê qedexeyên 15’ê Tîrmehê yên ji bo AKP’ê
Hollanda û Avûstûryayê destûr nedan çalakiyên salvegera 15’ê Tîrmehê yên ku wê wezîrên AKP’ê jî beşdar bibin. Elmanyayê hê helwesta xwe diyar nekiriye. -
Leşkerên Tirk berdan hev: 4 ji hev kuştin
Li Qereqoleke Jendermeyan a li Manîsayê 4 leşker hatin kuştin. -
'Em pê ne xweş in ku nûçegihanî sûc tê dîtin'
Nûnerê Sendikaya Nûçegihanên Tirkiyê (TGS) Mahmûr Oral diyar kir li gorî tespîtên dawî yên ku sendîkaya wan kirine hê jî li girtîgehan 159 nûçegihan girtî ne. -
Li Gavleyê çalakiya ji bo azadiya Ocalan
Li bajarê Gavle yê Swêdê, ciwanên Kurdistanî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stant vekirin û belavok belav kirin. -
Ji Fransayê piştgiriya ji bo hevşaredara girtî
Serokê Şaredariya Saînt-Denîs a Fransayê Laûrent Rûssîer, Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpcîk a li girtîgehên Tirk dîlgirtî ye, weke şaredara xwişk, hilbijartin. -
Wekîlên Swêdî ji bo darizandina Erdogan serî li dozgeriyê dan
Komek ji wekîlên ji Partiya Keskan a Hawirdorparêz û Partiya Çep ên Swêdê serî li Dozgeriya Navneteweyî ya Stockholmê dan û xwestin, têkildarî Serokkomarê Tirk Erdogan û rêveberên AKP'ê, ji ber qirkirin û sûcê şer û li dijî mirovahiyê doz were vekirin. -
Trûmp: Kêm maye DAIŞ tine bibe
Serokê DYA Donald Trûmp li ser Mûsil a ji dagirkeriya DAIŞ'ê hate rizgarkirin daxuyanî da û diyar kir, kêm maye çete li Sûriye û Iraqê biqedin. -
Li DYA’yê deh hezar hektar daristan bû xwelî
Di şewata li Eyaleta Kalîforniyayê ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) ji ber zûhabûn û germayê derketî de, heta niha herî kêm 30 hezar hektar daristan bûn xwelî. -
Ciwanên PYD’ê 3’emîn kongreya xwe lidar xistin
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê Ciwanên PYD’ê yên Ewropayê (Ciwanên PYD), 3’emîn Kongreya xwe bi sirûda “Rêber Apo Azad Bike” pêk anî. -
Roja yekem a doza qetlîama Enqerê bi dawî bû
Roja yekemîn a 4’emîn rûniştina 10’ê Cotmehê Qetlîama Enqerê bi dawî bû. Parêzer Sevînç Hocaogllari got: “Malbat daxwaza darezandina erkdarên civakî û siyasetmedarên ku ji qetlîamê berpirsin, dikin.” -
HDP’ê ji Erdogan re got: Hedê xwe bizanibe!
Berdevkê HDP’ê Baydemîr nerazîbûneke tund nîşanî Erdogan da yê ku ji heqaret li Demîrtaş kiribû û got: “Hedê xwe bizanibe!” -
Tûra 7’emîn a hevdîtinên Cenevreyê ya li ser Sûriyeyê dest pê kir
Hevdîtinên Cenevreyê ya ji bo li Sûriyeyê çareseriya siyasî pêk bîne ji aliyê NY tê lidarxistin, tûra wê ya 7’emîn hate destpêkirin. -
ÎHD'ê Vedat Aydin bibîr anî: Kiryar di nava dewletê de ne
ÎHD'ê diyar kir, kujerên Vedat Aydin hê nehatine darizandin û destnîşan kir, ku ev yek 'kiryar nediyar' nîne, kiryarê xwe diyar e û bal kişand ser rola dewletê. -
Li Amsterdamê mîtînga ji bo Ocalan û Efrînê
Tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li dijî Efrînê li paytexta Hollanda Amsterdamê hatin şermezarkirin. -
Demîrtaş bersiv da Erdogan: Tê zanîn bê kî terorîst e
Demîrtaş peyamek şand û ev bersiv da Erdogan: "Bi HDP û hemû dostên HDP'ê re em ê li girtîgehan û li derve li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Û bawer bike; ji aliyê dîrokî ve em ê bi ser bikevin." -
Bi ruhê 14'ê Tîrmehê parastina Efrînê
Hêzên Azadiya Rojava û Fermandariya Efrînê ya YPG û YPJ'ê diyar kirin, ku wê bi qehremaniyek mezin li dijî êrîşên artêşa Tirk a faşîst û dagirker li ber xwe bidin. -
Derxistina ji kar têrê nekir, qeyda wî jî ji nifûsê rakirin!
Endamê Egîtîm-Senê mamoste Mazlûm Çetînkaya, piştî ku bi biryarnameyê ji kar hate derxist, qeyda wî jî ji nifûsê hate rakirin.