Li Torînoyê çalakiya ji bo Ocalan
Kurdistaniyên li bajarê Torîno dijîn, bi navê "Azadî ji Ocalan re, bes e ji dagirkeriya li Kurdistanê re" mîtîngek lidar xistin.
Kurdistaniyên li bajarê Torîno dijîn, bi navê "Azadî ji Ocalan re, bes e ji dagirkeriya li Kurdistanê re" mîtîngek lidar xistin.
Kurdistanî û dostên wan ên Îtalyayî yên li bajarê Torîno yên Îtalyayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina dagirkeriya li Kurdistanê mîtîngek lidar xistin.
Mîtîng li meydana Castello ya Torîno pêk hat. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re", "Erdogan destên xwe ji Rojava û Şengalê vekişîne" hatin vekirin. Çalakgeran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Erdogan ê kujer, destên xwe ji Efrînê vekişîne" qîriyan. Di mîtîngê de bi sedan belavok hatin belavkirin.