Maîzîêre: Hêvîdarim ku wê Erdogan li gorî qedexeyê tevbigere

Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maîzîêre hişyarî da Serokkomarê Tirk Erdogan ê ku ji bo civîna bilind a G-20'an bê Hambûrgê û got, "Hêvîdarim wê li gorî qanûnên me tevbigere."

De Maîzîêre rapora salane ya Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn eşkere kir û got, xebatên sîxuriyê yên dewleta Tirk ên li welatê wan zêde bûne.

Rapora sala 2016'an a Rêxistian Parastina Destûra Bingehîn, ku rêxistina îstîxbarata navxweyî ya ELmanyayê ye, li paytext Berlînê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin. Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn Hans-Georg Maassen û Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîêre tevlî civînê bûn.

Di raporê de hate ragihandin, Rûsya, Çîn, Îran û Tirkiye aktorên sereke yên karê sîxuriyê yên li Elmanyayê ne. Bi taybetî bal hate kişandin ser tevna sîxuriyê ya MÎT'ê ya li Elmanyayê, ku bi rêya nûnertî û saziyên fermî yên Tirk bi rê ve dibe. Hat gotin, "Tirkiye bi rêya vê tevnê hewl dide bandorê hem li civaka Tirk bike hem jî li raya giştî ya Elman."

DI HEDEFA MÎT'Ê DE KURD Û MÛXALÎF HENE!

Hat ragihandin, wezîfeya sereke ya MÎT'ê, berhevkirina agahiyên li ser mûxalîfên rejîma Erdogan û kesên nêzî PKK'ê ye.

Mijareke din a ku di raporê de balê dikişîne agahiyên li ser rêxistinên Îslamî yên tund in. Hat gotin, hejmara Îslamîstên li Elmanyayê kêm bûye û tevî ku daketiye heta 24 hezarî jî, radîkalbûyîn zêde bûye.

WEZÎRÊ ELMAN HIŞYARÎ DA ERDOGAN

Piştî eşkerekirina raporê bersiv ji pirsên rojnamevanan re hate dayin. Yek ji pirsgirêkên ku herî zêde hate kirin jî, hatina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bû.

Wezîrê Karên Hundir Maîzîêre bibîr xist, ku hikumeta federal lidarxistina mîtîngên lîderên biyanî qedexe kiriye û li gorî destûra bê dayin Erdogan dikare li Konsolosxaneyên Tirk baxive û got, "Em hêvîdar im kesê navborî wê li gorî qedexeyan tevbigere û li ser axa Elmanyayê bi qanûnên Elman ve girêdayî be."