Macron di reformên Fransa û Ewropayê de ‘bi biryar e’

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron di Kongreyê ji yekbûna Meclîsa Neteweyî û Senatoyê pêk tê de axivî. Macron li ser siyaseta xwe ya 5 salan axivî û diyar kir ku ew di gelek reforman de bi biryar e.

Emmanûel Macron beriya axaftina xwe polîtîkayên beriya xwe yên Françoîs Hollande û Nîcolas Sarkozy rexne kir û diyar kir ku 10 salên dawî xebat zêde nehatine kirin.

Macron diyar kir ku di payîzê de wê Rewşa Awarte ya ku ji sala 2015’an û vir ve dom dike, rabe.

DI PARASTINA FRANSAYÊ DE NÛBÛNA STRATEJÎK Û TAKTÎKÎ!

Macron diyar kir ku di warê parastinê ya ku dewrî Wezareta Artêşan bûye û nû hatiye avakirin de wê nûbûnên stratejîk û taktîkî pêk werin.

Macron diyar kir ku baweriya wî bi Yekîtiya Ewropayê tê û diyar kir ku di vê serdemê de yekîtî ‘qels’ bûye. Macron ragihand ku wê Fransa bi Elmanyayê re înîsîyatîfê werbigire û ‘peymanên demokratîk’ têxe meriyetê.

JI MEDYAYÊ RE: ‘HEWLDANÊN DERXISTINA SKANDALAN DIVÊ BI DAWÎ BIBE!’

Macron diyar kir ku ji bo çareserkirina kêşeyan divê ‘yekîtî’ pêk were û îdîa kir ku medya dixwaze ‘skandalên’ siyasetmedaran derxe holê û xwest ev tişt bi dawî bibe. Sylvîe Goûlard ê ku hatibû Wezareta Artêşa ji ber îdîayên dahata bêked, neçar mabû ku îstîfa bike.

WÊ HEJMARA PARLEMENTER Û SENATORAN KÊM BIBE

Macron destnîşan kir ku ew dixwaze hejmara parlementerên li Meclîsa Neteweyî ya ku 577 ye û ya Senatoyê ya ku 348 e, ji sê paran yekê kêm bike. Macron diyar kir ku ew dixwaze hemû zagonên li ser kêşeyên civakî û terorîzmê piştî 2 salan dîsa werin ‘nirxandin.’

SAZÎ RENGÎNIYA LI FRANSAYÊ DERNAXIN HOLÊ

Macron diyar kir ku saziyên li welatê wî rengîniya Fransayê dernaxe holê û destnîşan kir ku ev tişt saziyên komarê qels dike.

Emmanûel Macron diyar kir ku ew dixwaze zagonên îltîcayê bi awayekî mirovane ji nû ve werin sererastkirin.

Macron bal kişand ser rastiya ku bi milyonan bêkar hene û pêdiviya wan bi alîkariyên civakî hene got ku divê pergal hin kesan ‘mecbûrî alîkariyê neke’.