Cejna Zimanê Kurdî li Baselê bi coş hate pîrozkirin
15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li bajarê Basel ê Swîsreyê bi coş hate pîrozkirin. Di alakiyê de işaret bi berxwedana li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qedexeyên li ser zimanê Kurdî hate kirin.
15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li bajarê Basel ê Swîsreyê bi coş hate pîrozkirin. Di alakiyê de işaret bi berxwedana li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qedexeyên li ser zimanê Kurdî hate kirin.
15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li bajarê Basel ê Swîsreyê bi coş hate pîrozkirin. Pîrozbahî li salona konferansê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Baselê hate lidarxistin û Meclîsa Jinê ya Ronahî û Komîsyona Çandê ya NCDK'ê pêşengî jê re kir.
Cejna Zimanê Kurdî bi helbest, şano û stranan hate pîrozkirin û girîngiya têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qedexeyên li ser zimanê Kurdî hate kirin. Beşdaran bi gerandina govendê, dirûşman û axaftinan dilsoziya xwe ya bi zimanê dayikê anîn ziman.
Di şahiyê de şanoyeke kurt a ji aliyê komîsyona çandê ve hate amadekirin, hate nîşandan. Di şanoyê de trajediya ji ber qedexeya zimanê dayikê ya li girtîgehên li Tirkiyeyê hate nîşandan.
Di pîrozbahiyê de her wiha ji bo serketiyên kursa zimanê Kurdî Enstîtuya Kurd a Swîsreyê sertîfîka da.
Pîrozbahî bi stranên koroya muzîkê ya NCDK'ê û gerandina govendê bi dawî bû.