Bi rêya wesayitên zirxî, ku dewleta Tirk di dema dawî de weke rêbaza komkujiyê bi kar tîne, di nava vê salê de 12 Kurd hatin kuştin, ku 6 ji van zarok in û gelek kes birîndar bûn. Alîkara Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Gulseren Yolerî, destnîşan kir, ku komkujiyên bi wesayitên zirxî şêweyê nû yê kuştina bi 'Torosên Spî' ya salên 90'î ye. Yolerî got, AKP'ê komkujî û îşkence kiriye parçeyekî jiyana li Kurdistanê.
Parêzer Yolerî anî ziman, dema ku hêzên dewletê êrîşî qadên xwerêveberiyê dikirin, ew çûye Kurdistanê û di wê demê de terora dewletê ya bi wesayitên zirxî dîtiye. Parêzer Yolerî da zanîn, wesayitên zirxî li Kurdistanê di çarçoveya konseptekê de tevdigerin, ne tenê komkujiyan dikin her wiha destdirêjiyê li jiyana rojane ya gel dixwin. Yolerî bibîr xist, encamên terora bi wesayitên zirxî li Kurdistanê gelekî giran e û ragihand, dewlet vê yekê li her qadê belav dike.
KUŞTINA BI WESAYITÊN ZIRXÎ BI PLANKIRÎ YE
Di dewama axaftina xwe de parêzer Yolerî diyar kir, wesayitên zirxî li Kurdistanê weke amûreke komkujiyê tên bikaranîn û destnîşan kir, komkujiyên bi wesayitên zirxî tên kirin, qezayên ji rêzê nînin. Parêzer Yolerî da xuyakirin, ku wesayitên zirxî weke rewşa nû ya cînayetên di salên 90'î de bi 'Toros ên Spî' hatin kirin e, ku hingî bi 'Torosên Spî' mirov dihatin revandin û kuştin. Yolerî bi dewamî got, "Komkujiyên bi wesayitên zirxî bi rengekî plankirî dixin dewrê. Yên komkujiyê dikin bi taybetî tên parastin. Wateya van komkujiyan ev e."
Parêzer Yolerî destnîşan kir, ku weke parêzvanên mafên mirovan ew ê li pêşberî van cînayetan bêdeng nemînin û got, bi rêya van komkujiyan dixwazin civaka Kurd bêtirsînin, bitepisînin.
AKP HEBÛNA XWE DISPÊRE ŞÎDETÊ
Parêzer Yolerî ji dewletê xwest, ku tavilê dawî li komkujiyên bi wesayitên zirxî bîne û bes şîdetê weke rêbazeke jiyanê li Kurdistanê ferz bike. Yolerî bal kişand ser hewldanên ku salên 80 û 90'î weke referans nîşan didin û got, "Bi gotina 'Em li salên 90'î vedigerin, em li salên 80'î digerin' hewl tê dayin ku ew sal bên rewakirin. Pêwîste ev serdem di nava xwe de were nirxandin." Parêzer Yolerî diyar kir, dewlet kiryarên xwe yên ji ber karaktera xwe didomîne û got, AKP hewl dide bi şîdet û tirsa ji ber şîdetê hebûna xwe bidomîne.
Yolerî anî ziman, AKP bi zanebûn şîdeta li dijî Kurdan, Elewî, jin û beşên din ên civakê li pêş çavan dike û bi vî rengî hewl dide desthilatdariya xwe biparêze.