Parêzvanên nebez ên heqîqetê li Lozanê hatin bibîranîn

Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi çalakiyekî hate bibîranîn.

Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li bajarê Lozan ê Swîsreyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. 

Çalakiya bîranînê ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê ya Meclîsa Jinê ya Lajîn ve hate lidarxistin, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi sirûda Ey Reqîp bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

‘TEVGERÊ VEGUHERANDIN HÊVIYA GELAN’

Li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) Hatîce Kandal îşaret bi rola her du pêşengan di şêwegirtina xeta têkoşîna Apoyî de kir û wiha got: “Yên ku vê tevgerê ku ji komekî ji ciwanên îdealîst pêk hat, vegurandin hêviya gelan, hevrêyên me yên mîna Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn in ku jiyana xwe fedayî têkoşînê kirine.” Hatîce Kandal diyar kir ku rewê bîranîna wan di her qada têkoşînê de bidin jiyîn.

Piştre Hevseroka Meclîsa Lozanê ya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Aysel Argin helbesta “Ez mirov bûm” a Alî Haydar Kaytan xwend. Aysel Argin wiha got: “Helbestên hevalê Fûat cîhana hundirîn, êş û berxwedana gelekî vedibêje.” Argin bal kişand ser girîngiya hilberîna çandî di têkoşîna azadiyê de.

Endama Meclîsa Jinê ya Lajînê jî metna biyografîk a Kaytan bi zaravayê Kirmanckî xwend. Piştre sînevîzyona li ser Kaytan û Altûn hate pêşandan.

Endama Meclîsa Jinê ya Lajînê Sevgî Koyûncû jî têkoşîna Riza Altûn vegot û wiha got: “Ji Tûzlûçayirê heta zindanên Amedê, ji wê derê heta çiyayên azad... Ew ne tenê şoreşgerekî ye, wîjdana kolektîf a gelekî ye.”

Beşdaran qurnefîl danîn goşeya bîranînê ya li salonê hatibû danîn û hizrên xwe yên derbarê her du nemiran de li lênivîska bîranînê re nivîsandin.