Mijar Kurd be Elmanya ne kêmî dewleta Tirk e!
Berevajî îdîayên ku rejîma Erdogan ji rêveberiya Berlînê re dibêje "Hûn destekê didin PKK'ê" derket holê ku Elmanya li dijî tevgera azadiyê ay Kurd çi jê tê dike.
Berevajî îdîayên ku rejîma Erdogan ji rêveberiya Berlînê re dibêje "Hûn destekê didin PKK'ê" derket holê ku Elmanya li dijî tevgera azadiyê ay Kurd çi jê tê dike.
Hat ragihandin Wezareta Karên Hundir a Elman, di nava 13 salan de 4.500 lêpirsîn vekiriye û li hemberî 240 kesî bi îdîaya "endametiya rêxistineke terorê ya biyanî" doz vekiriye.
Beriya civîna bilind a G-20'an a 7-8'ê Tîrmehê, ya ku hêzên ewlekariyê yên Elman herî zêde xwe jê vedigire, şerekî navbera Kurdan û alîgirê Erdogan e. Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maîzîere duh daxuyaniyek da û got, wê bi rengekî tund dest li bûyerên şîdetê werdin.
Wezîrê Karên Hundir ragihand, destûr ji çalakiya protestoyî ya li dijî Erdogan hatiye dayin û diyar kir, wê destûrê nedin çalakiyên ji bo piştgiriya PKK'ê. Di serî de Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û wezîrên AKP'yî, hikumeta AKP'ê li hemberî Elmanyayê de bi îdîaya "hûn piştgiriyê didin PKK'ê" kirin.
Berevajî van îdîayan, derket holê ku polîs û dozgerên Elman ne kêmî yên Tirk li dijî tevgera azadiyê ya Kurd tevdigerin. Qenala televîzyonê ya dewletê ya Elman MDR bi sernavê "Gelo Elmanya li dijî PKK'ê bi sistî têdikoşe?" bernameyek amade kir ku wê îro were weşandin.
QEDEXEYA LI SER PKK'Ê DI ADARÊ DE HAT ŞIDANDIN
Di bernameyê de tê destnîşankirin, ku qedexeya li ser PKK'ê di meha Adarê de hê hatiye şidandin û hat bibîrxistin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de gelek sembolên Kurdan hatine qedexekirin.
Berdevkê Wezareta Karên Hundir Johannes Dîmroth ji bernameyê re axivî û anî ziman, ku ji sala 2004'an û vir ve der barê 4500 kesî de têkildarî qedexeya li ser PKK'ê lêpirsîn hatiye vekirin. Berdevk Dîmroth diyar kir, piraniya lêpirsînan ji ber sûcê 'binpêkirina qanûna xwepêşandanê' hatine vekirin û ragihand, ji sala 1992'an û vir ve jî cezayê giran ê girtîgehê li 90 kesên bi îdîaya rêveberên PKK'ê de hatiye birîn.
Li gorî agahiyên ji aliyê berdevk ve hatin dayin, di salên dawî de di çarçoveya qanûna 'endametiya rêxistineke terorê ya biyanî' de li hemberî 240 siyasetmedar û aktîvîstên Kurd 180 lêpirsîn hatine vekirin. Her wiha di rewşa heyî de Dozgeriya Federal 24 lêpirsînên li ser mijarê dimeşîne.
Şîdeta polîsan jî di salên dawî de li dijî Kurdan zêde bûye. Herî dawî li Berlînê di xwepêşandaneke girseyî de bi hinceta ku alên YPG û YPJ'ê vekirine polîsan êrîş kiribûn û 3 xwepêşandêr birîndar kiribûn.