OGÎ: Her meh mafê rojnamevanan tê binpêkirin
Însyatîfa Rojnamevanên Azad binpêkirinên mafan a meha Hezîranê eşkere kir û wiha got: "Ji bo rojnamevanan Tirkiye bûye welatê girtîgehê."
Însyatîfa Rojnamevanên Azad binpêkirinên mafan a meha Hezîranê eşkere kir û wiha got: "Ji bo rojnamevanan Tirkiye bûye welatê girtîgehê."
Însyatîfa Rojnamevanên Azad (OGÎ) îro têkildarî binpêkirinên mafan daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de bal kişand li ser zextên li ser rojnamevanan.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Li Tirkiyeyê 172 rojnamevan di girtîgehê dene. Piştî îlankirina Rewşa Awarte her meh rojnamevan tên girtin. Bi dehan rojnamevan tên binçavkirin. Bi şêweyekî azad şopandina nûçeyan nake. Nikare biçe cihê dixwaze yan ji ji aliyê polîs, leşkeran ve tên astengkirin û dest datînin ser wêneyên wan. Gef û heqaret li rojnamevanan tên kirin. Pasaporta wan tên betal kirin, qartên wan yên zer yê çapemeniyê ji destê wan tê girtin. Dest datînin li ser kamera û makineyên wan. Li Tirkiyeyê divan şert û mercan de rojnamevanî tê kirin. Em weke Însyatîfa Rojnamevanên Azad bi qasî ku em binpêkirinên mehan yên di çapemeniyê de dişopînin û parve dikin. Lê belê gelek qeyd hene ku nehatine ragihandin û gelek îxlal hene ku behs ji nayê kirin. Ji bo rojnamevanan Tirkiyeye bûye welatê girtîgehê."
OGÎ îxlalên dijî rojnamevanan şermezar kir û ji bo rojnamevanên ku di girtîgehê de girtîne daxwaza berdanê kir û wiha tê gotin:
MEKSÎKA Û IRAQ
"Tirkiyeya ku ji bo rojnamevanan weke chennemê ye em diçin chennemê din Meksîka û Iraqê. Beriya mehekê li Meksîkayê Rojnamevan Salvador Adame hat revandin û di 26'ê Hezîranê de hat kuştin. Em piştgiriya xwe ya pîşeyî ji bo Rojnamevanê Fransaî Stephane û Rojnamevanê Iraqî Bahtiyar Haddad ê ku li Mûsilê şerê di navbera DAIŞ û hikûmetê de dişopandin û jiyana xwe ji dest dan."
BÎLANÇOYA HEZÎRANÊ
OGî îxlanên meha Hezîranê yên ku di çapemeniyê de hatine parvekirin wiha rêz kir:
* 172 rojnamevan hê girtîne.
* 5 rojnamevan hatin binçavkirin.
* 4 rojnamevan hatin girtin.
* Di derbarê 24 rojnamevanan doz hatiye vekirin.
* 10 rojnamevan hatin cezakirin, ji bo 9 rojnamevanan cezayê 33 sal 9 meh û 37 roj girtîgehê hat dayîn. Ji bo rojnamevankê ji 300 roj dûrxistina ji kar û xebat hate dayîn.
* Êrîşî 2 rojnamevanan hat kirin.
* 84 dozên ku rojnamevan têde tên darizandin pêk hatin.
*20 rojnamevan ji kar hatin derxistin.
*Rojnamevanek hate dersînorkirin.
*3 malperên înternetê yê nûçeyan 8 caran ji aliyê BTK'ê ve hatin astengkirin.
*3 rojnamevan hatin kuştin.
* 2 rojnamevan hatin birîndarkirin.
*Gelek malperên înternetê ji aliyê MEB'ê ve hatin sansurkirin.