Milîsên HBDH’ê li Wanê 11 wesayît şewitandin

Milîsên HBDH’ê yên Kadrî Ekîcî ragihand ku wan bi çalakiya sabotajê ya li Wanê hesabê komkujiya ku dewleta Tirk li Zaxoyê pêk anîbû, pirsîn.

Milîsên HBDH’ê yên Kadrî Ekîcî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 23’ê Tîrmehê nîvê şevê li navçeya Tûşba ya Wanê li dijî otoparka wesayîtên desteserkirî ya dewletê çalakiyeke sabotajê li dar xistine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di encama çalakiya sabotajê ya bi rêbazeke taybet a li otoparka ku bi dîwarên bilind hatiye dorpêçkirin de, 11 wesayît bi temamî şewitîn û hatine rewşa ku nikarin bên bikaranîn.”

Milîsên HBDH’ê her wiha ev agahî jî par ve kirin:

“Dewleta faşîst hem li ser gelên Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn weke navekî din ê zilm û qetlîamê berdewam dike. Erdogan ê faşîst bi gefa ‘Em her kêliyê dikarin dest bi operasyona derveyî sînor bikin’ difikire ku bi van êrîşan wê berxwedana gelan bişkîne û ji Zaxo heta Rojava her cihî dagir bike. Lê belê gel li dijî desthilatdariya faşîst li ber xwe didin, nefretê dibarînin û hesab jê dipirsin. Milîsên me bi çalakiyên li dar dixin ve nîşanî dewleta faşîst didin ku ew ê ‘eniya wî ya paş’ veguherînin topa agir.

Em ê ji her derê bersivê bidin êrîşa ku dewleta faşîst ê ji ber ku ji êrîşên dagirkeriyê encamekê bi dest naxe komkujiyan bi qetlîaman zilmê li gel dike, li ser Zaxo pêk anî. Ev qetlîama ku 2 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, komkujiyeke li dijî hemû gelan e. Divê hemû gelên Tirk, Kurd, Ereb, Xiristiyan, Şîî û Sunî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û saziyên wê bikin hedef. Dewleta Tirk a dagirker encax eger li herêmên ku pir bi hêz dibîne têk biçe dikare were tinekirin.

Zîndan, qesr, baregeh… Cihên ku ew difikirin ku herî xurt û ewle ne. Em Mîlîsên Kadrî Ekîcî ku bi berxwedana li zindanê faşîzm têk bir, em ê ala şoreşa yekbûyî li ser bircên faşîzmê li ba bikin. Li dijî feraseta faşîzmê ya ‘her der komkujî’ dike, bi dirûşmeya ‘Her der berxwedan’ em hesabê Zaxo û hemû qetlîaman dipirsin!