ROJEVA 26’Ê TÎRMEHA 2022’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê…

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK’ê û geşedanên pê ve girêdayî wê bên şopandin.

-Doza Kobanê ya ku siyasetmedarên Kurd lê tê darizandin wê were şopandin

-Careke din derket holê ku li hemberî Kurdan hiqûqeke çawa tê meşandin. Di sala 2017’an de bi zabitnameyên sixte 2 Kurd salekê di girtîgehê de man û piştre hatin berdan.

- Li Wanê van salên dawî di nav ciwanan de rêjeya bikaranîna maddeyên hişber dest bi zêdebûnê kiriye. Bazirganên narkotîkê ku di nav wan de berpirsên dewletê jî hene, bi taybetî li taxên ku xaniyên erdhejê lê hatine avakirin maddeyên hişber difroşin.

-Helbestvan Ferhad Merdê bal kişand ser fermana 2014’an û got, “Nabe fermanek li ser civaka Şengalê pêk bê û em bêdeng bimînin. Nabe berxwedaniyek çêbe û em pesna wê nedin. Nabe xiyanetek li Şengalê çêbe û em bi rêya stran û helbestan wê teşhîr nekin.”