Malbatên girtiyan: Em heta dawiyê bi zarokên xwe re ne

Malbatên girtiyên nexweş gotin, “Em ê heta dawiyê mafên zarok û girtiyên xwe biparêzin.”

Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan li Amedê dabûn destpêkirin di roja 253'yemîn de berdewam kir. Malbatên girtiyan çalakiya xwe îro li ber Girtîgeha Amedê ya Tipa D'yê li dar xistin. Endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER), Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alikariyê ya Bi Kesên Li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amede jî piştgirî dan çalakiya malbatan.

Di çalakiyê de destpêkê xwişka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, Reşahat Ada axivî. Ada diyar kir ku 9 meh in di nobeta edaletê de ne û tevî vê yeke jî daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Ada anî ziman ku birayê we girtiyekî nexweş e û dema çûye serdanê, rewşa birayê we nebaş bûye û tevî ve yekê jî zilma li ser girtiyan her ku diçe dewam dike. Ada da zanîn ku dest didin ser pirtûk û nameyên girtiyan û got: “Em naxwazin ku cenezeyên zarokên me, bişînin ji me re. Em wekhevî û aştiye dixwazin. Banga me li partiyên siyasî, rexistinên sivîl û saziyên civakî heye. Bila partiyên siyasî soza ku dabûn me bi cih bînin. Çi dibe bila bibe, heta dilopa xwînê di canê me de hebe em ê di rêça girtiyên xwe de bin. Bila înfaza wan neşewitînin û girtiyên nexweş bên dermankirin.”

Piştre jî dayika girtî Azîz Tûfan, Yesûrê Tûfan axivî. Tufan jî bal kişand ser zilma li ser girtiyan û daxwazên xwe wiha anî ziman: “Bila tecrîda li ser girtiyên me bê rakirin, zilma li ser girtiyan edî bila bi dawî bibe. Bila înfaza zarokên me neyê şewitandin. Heke edalet hebûya me yê li ber vê germê nobetê negirta û 9 meh in çalakî li dar nexista.”

Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmayên, “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet” bi dawî bû.