Malbata Ekîcî: Li girtîgehê gefa kuştinê lê hate xwarin û hate îfanzkirin

Malbata Kadrî Ekîcî ku di hucreya yekkesî de mirî hatibû dîtin diyar kir ku berî niha gefa kuştinê lê hat xwarin û hate înfazkirin.

Girtiyê siyasî Kadrî Ekîcî (25) ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê dihat ragirtin, di 21’ê Tîrmehê di hucreya yekkesî de mirî hat dîtin. Ekîcî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û ji sala 2017’an ve li Girtîgeha Amedê dihat ragirtin. Şîna Ekîcî li mala şînê ya Pasûr Hewêdan a Rezan a Amedê hat danîn. Mala şînê ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Malbata Ekîcî têkildarî mirina Ekîcî û gefên gardiyanan axivî.

Dayika Kadrî Ekîcî, Netîce Ekîcî da zanîn ku di Cejna Qurbanê de çûye hevdîtina kurê xwe û wiha qala wan kêliyan kir: “Rewşa wî baş bû û tu pirsgirêkên wî nebûn. Li wir çi qewimî be, berpirsyarên wê rêveberiya Girtîgeha Amedê ye. Gardiyanan beriya cejnê gef li kurê min dixwarin û jê re digotin; ‘em ê te bikujin.’ Her wiha lê xistibûn da ku dernekeve hevdîtinê û pozê wî şikandibûn. Bijîşkan diranê wî yê saxlem kişandiye û di devê wî de diran nemabûn.”

Dayik Ekîcî diyar kir ku kurê wê beriya mirinê ji wan pere xwestiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Baş e me kesekê dê xwe bikuje dê çima pereyan bixwaze? Rojek beriya bûyerê ji me pere xwestibûn. Rojek piştre jî xebera mirina wî hat. Ez vê yekê qebûl nakim. Diviyabû rêveberiya girtîgehê xwedî li kurê min biderketa. Gelek xwîn ji milê wî çûye. Ev yek çawa nedîtine? Lawê min digot; ‘Gelek têm êşkencekirin û gardiyan li min dixin.’ Ew gardiyan li benda mirina wî man e.”

Ekîcî destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê derûniya kurê wê xerab kiriye û wiha pê de çû: “Gardiyanan heta demekî dirêj dermanên wî nedanê. Zext lê dikirin. Ez rojekê çûm hevdîtinê û Kadrî ji min re got; ‘Gardiyanan ji min re got xwe bikuje da ku hem tu û hem jî em xelas bibin.’ Polîs heta ber deriyê goristanê hatin. Me zarokê xwe sax da wan lê wan mirî ji me re şandin. Em Kurd in lewma vê bi serê me tînin? Di destê wan de bû ma çima kuştin? Heke xwe kuştibe jî çima li wî nenihêrtin? Berpirsyarê mirina kurê min rêveberiya girtîgehê ye.”