Nexweşxane ji nexweşan dermanan dixwaze

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşa Wanê ji ber ku derman tune, nexweş ji bo tedawî bibin diçin ji dermanfiroşan dermanan dikirin.

Li Erdîşa Wanê ya ku nifûsa wê 250 hezar e, nexweş nikarin li nexweşxaneyan baş tedawî bibin.

Ji Patnosa Agiriyê, Adilcewaza Bedlîsê û Bêgirî û Ebexa Wanê beşeke zêde ya nexweşan ji bo tedawiyê tên Erdîşê û li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê tedawî dibin. Li Nexweşxaneyê têra xwe xebatkarên tendirustiyê û ranzayên tedawiyê tune. Nexweş ji bo tedawî bibin bi rojan û mehan li benda tedawiyê dimînin.

Dema ku nexweş tên beşa lezgîn a nexweşxaneyê jî derman tune. Nexweşên ku aboriya wan baş e, ji bo tedawiyê dermanên xwe ji dermanfiroşan dikirin û tên nexweşxaneyê. Nexweşên hejar jî neçar dimînin vegerin malên xwe. Bijîşkên di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de dixebitin jî ji nexweşan re dibêjin “Li nexweşxanyê serûm tune, biçin ji dermanfiroş bikirin û werin. Em jî tedawiya we bikin. Heke hûn serûmê nekirin em ê nikaribin tedawiya we bikin.”

Di beşa Nexweşiyên Jinan û Welidandinê de jî bi tenê 6 ranza hene û nexweş mexdûr dibin. Gelek nexweş ji bo ranzayê neçar dimînin bi rojan bisekinin. Nexweşên ku rewşa wan ne lezgîn e jî Wan di serî de diçin bajarên din.

XEBATKARÊN TENDIRUSTIYÊ JÎ MEXDÛR DIBIN

Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) Fîgen Çolakoglû diyar kir krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê bandor li qada tendirustiyê jî kiriye û got “Ji ber krîza aboriyê peydakirina dermanan jî di serî de li nexweşaneyan gelek problem çêbûn. Ji ber bihayên dermanan ên zêde û her roj zêdetir dibe, fîrma jî tevlî îhaleyan nabin. Ji ber ku ji derveyî welat gelek derman nayê, li nexweşxaneyan derman nayê peydakirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê derman nayê peydakirin, ranza û xebatkarên tendirustiyê kêm in û ji ber vê him nexweş û him jî xebatkarên tendirustiyê mexdûr dibin. Di vir de ne sûcê xebatkaran û ne jî yê nexweşan hene. Kesên polîtîkayên tendirustiyê pêk tînin sûcdar in.”