Li dijî bîra gazê ya Kor Mor êrîşa bi roketan

Hate zanîn ku li dijî bîra gazê ya Kor Mor a li navçeya Çemçemalê êrîşa bi roketan hatiye kirin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, li dijî bîra gazê ya li bajarokê Kadîr Kerem ê navçeya Çemçemal a Silêmaniyê êrîşa bi roketan pêk hatiye. Di encama êrîşê di beşek ya santralê de şewat derket û balefir li ezmanên herêmê digerin.

Li gorî heman çavkaniya gelek hêzên ewlehiyên ji bo cihê êrîşê hatine veguhestin.

Heta niha nayê zanîn êrîş ji kuderê û ji aliyê kêve hatiye kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji beriya niha jî di 22,23,25’ê Hezîranê de bi roketan êrîşê bîra gazê ya Kor Mor hatibû kirin. Bîra gazê ya Kor Mor dikeve sînorê bajaroka Qadir Kerem a ser bi Çemçemalê. Kompanya Dana Gaz ya Îmaratê li santralê kar dike.