Helbestvan Ferhad Merdê jî yek ji wan kesan e ku li ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an berhem amade kiriye. Ew helbesta taybet li ser fermana Şengalê nivîsandiye, îro jî gelek tê hezkirin û guhdar kirin. Ferhad Merdê beriya ferman rû bide 3 caran serdana Şengalê kiriye û hem erdnîgariya Şengalê, hem ji nêz ve şahidî ji dilgermî û mêvanperweriya civakê re kiriye.
Ferhad Merdê roja ferman dest pê dike, li Dirbesiyê bûye. Merdê çawa dibihîse, dikeve nav tevgerê û dixwaze xwe bigihîne kesên koç dibin. Merdê ji bo helbesta xwe wiha got; “Min di gelek helbestên din de navê Şengalê derbas kiriye, lê yek jî nebû qasî wê helbesta taybet li ser bûyerê. Ez nizanim çawa ji min derket jî. Heta min gelek gotin ji nav helbestê derxistin jî, ji ber ku ji êşa can dijûn ji devê min derketibûn.”
‘MIN NEDIZANÎ ÇAWA BI WAN RE BIQÎRIM’
Merdê ku bi xwe rewşa civakê bi çavê xwe dîtîbû wiha ew rewş vegot; “Min bi çavê xwe dît ku çi êş dikişandin. Dayîkek li wir ketibû, zarokek li wir diqîriya, kalekî îxtiyar li wir bû. Min nedizanî ez ê çawa bi wan re biqîrim. Dinya germ bû, meha Tebaxê bû. Çiqasê av vedixwarin jî têhna wan nedişkest. Gelê me yê Rojava li gora derfetên xwe seferber bûbû û dixwest alîkar bibe, lê pêre nedigihîştin. Ji ber ku bi hezaran dihatin. Yên ku pêxwas hatibûn, yên ku cilên xwe avêtîbûn, her tu diçûyî li naverastê tiştek avêtî hebû. Em dikarin bêjin rût hatin Rimêlanê û derbasî kampan hatin kirin.”
Merdê anî ziman ku di heman rojê de helbesta xwe nivîsandiye û roja din temam kiriye. Merdê got bi zanebûn jî klîba helbestê çênekiriye û got ku ew piştî fermanê jî çûye û helbesta xwe ji Şengaliyan re vegotiye û wiha pêde çû; “Min helbest bi wan re got, em bi hev re giriyan. Min xwest vê peyamê bidim wan. Hûn tenê neêşiyan, em jî bi we re gelekî êşiyan. Ji ber ku di encamê de kezeb e. Te dît gelê me yê Êzidî her car dibêje, ‘Em bi tena serê xwe mane’. Ev jî ji wan re bûye pisîkolojî û her car dubare dikin. Niha jî wiha dibêjin, lê şaş e mirov wiha bifikire. Tiliya zarokekê jî xwîn bibe em pê diêşin.
Ji bo wê jî bangewaziya min ji bo hemû Êzidiyan û Kurdan; ez bi zimanekî din nikarim bêjim, ez ê bi Kurdî bibêjim. Di wê şêvê de me helbest çêkir, roja din me xilas kir û me nekiriye klîb jî. Di rojekê de me nivîsand.”
‘JI BO XWEDÊ BILA EW ROJ VENEGERIN’
Merdê her wiha hestên xwe yên wê kêliyê jî wiha tîne ziman; “Min nedizanî ez çi bibêjim û çi bikim. Dayîkek dilorîne û dema dayîk dilorand kezeba mirovan dişewite. Weke ku qêrîn, girîn û hesret ketiye gewriya wê. Dema yek digirî ez jî pê re digiriyam. Em ketîbûn wî halê. Em ê ji kê re bêjin qurban, dayê, bavo; gelek bûn, pê re nagihêjî. Te ger bixwestiba biçûya gel dayîkek û destê wê girtiba, 10 dayîkên din li wir bûn, bi dehan zarokên diqîriyan hebûn. 10 bavên din ku nexweş ketibûn hebûn. Ji bo Xwedê bila ew roj venegerin. Me çi dît û çi nedît. Çiqasî mirov hestên xwe vebêje û bîne ser ziman jî nizanim, ez nikarim. Bi rêya helbestekê me xwe îfade kir, lê cardin têrê nake. Ji ber ku civaka me ya Êzidî rihê netewa Kurd e. Min bawer nedikir ku civaka me ya Êzidî bê vê rewşê. Di dilê min de şikestinek çêkir. Me nedizanî ku ewqas dayîk, jin, zarok ketine destê çeteyên DAÎŞ’ê.”
‘ARMANCA WAN QIRKIRINA ÊZDIYATÎ BÛ’
Helbestvan Ferhad Merdê bal kişande ser armanca fermanê û got ku dixwestin hem bi awayê fîzîkî û hem çandî dawî li Êzdiyatiyê were anîn û wiha axaftina xwe domand; “Dixwestin çanda Êzdiyatiyê qir bikin. Em dibêjin dîroka me ya Kurdan ji Êzdiyan tê, wek serikê morikên tizbehan e. Divê em bizanin em ji ku derê hatine. Em divê cihê hatine biparêzin. Bi saya Tevgera Azadiyê û bi qehremantiya tevgerê, bi xwe gihandina 12 suwariyan û yên li derdorê wan kom bûn milet hate parastin. Wana nehiştin ku DAÎŞ bikeve çiyayên Şengalê û vê yekê hêviyek mezin da gel.”
‘LI ŞEHÎDGEHÊ BINÊRIN, KÊ LI BER XWE DAYE DIYAR E’
Li ser xiyaneta PDK’ê û piştî fermanê jî propagandayên derewîn ên weke ku wana Şengal parastiye jî helbestvan Merdê wiha got; ‘Gotinek heye ku dibêje; ‘Silav li striyên hazir’. Piştî ku kedê didî, li ber xwe didî û şehîd didî, hinek din derdikevin û dibêjin me li ber xwe daye, lê her tişt li ber çavan e. Kê li ber xwe daye diyar e. Dema em li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li çiyayê Şengalê jî binêrin, xuya dike ku ji aliyê gerîla, YPG û yên destek dane wan ve Şengal hatiye rizgar kirin. Lê dawiya dawî çiqasî bêjî jî dinya nankor e, heta birayê mirov jî nankor derdikeve. Dibêjin divê pişta xwe nedî yekê ku destê xwe daye te û wan înkar nekî. Bê guman dîrok dizane, miletên cîhanê dizanin ku Şengal û berxwedana wê û azadbûna wê çawa pêk hatiye. Bê nîqaş e ku bi saya qehremanên me yên wek Egîd Civyan, Mam Zekî û bi sedan hevalên din. Dîrok hatiye nivîsandin û di dîmenan de jî xuyaye.”
Ferhad Merdê bi bîr xist ku hêj çîroka berxwedaniyê nehatiye nivîsandin û banga xwedîderketina li civaka Êzidî kir û wiha pêde çû; “Heta beriya çend mehan jî hinek keç ji destê wan çeteyan hate rizgarkirin. Dîsa roja din dibin aliyê din û wana çawa îqna dikin û ew dibêjin em spasiya nizanim kê û kê dikin. Nabe mirov ewqasî nankor be. Em ji miletê xwe re jî dibêjin. Şengalek me ya pîroz heye, em çima xwedî lê dernekevin. Me di nav lepan de hiştin û çûn. Yek xwedî lê derket û yek jî derket û çû.”
‘DIVÊ HUNERMEND JI BO ŞENGALÊ GELEKÎ BIXEBITIN’
Helbestvan Ferhad Merdê mînaka hunermendên cîhanê ku çawa di xizmeta gelên xwe de ne da û got ew ji bo drama, nirx û xeyalên civaka xwe pirtûk dinivîsin, stranan derdixin, helbestan dixuliqînin, filman dikşînin û hwd; divê ji bo civaka Êzidî jî heman kar û xebat bêne kirin. Merdê wiha dirêjî da axavtina xwe; “Hunermendên me çiqasî stran û helbestên xwe gotîbin jî têr nekiriye. Dîrokek dihate winda kirin, miletek dihate talan kirin. Di kesayeta Şengalê de Kurdistan li ber piyan diçû, ji ber wê ew berhem hemû kêm mane. Em jî xwe kêm dibînin. Nabe fermanek li ser civaka Şengalê pêk bê û em jî bêdeng bimînin. Nabe berxwedaniyek çêbe û em pesna wê nedin. Nabe xiyanetek li Şengalê çêbe û em bi rêya stran û helbestên xwe wê teşhîr nekin.”
Helbestvan Ferhad Merdê diyar kir ku divê her sal êş û azarên hatine kişandin bi jan û êşên wê ve bêne bîranîn û bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir; “Di her salvegera fermana Şengalê de şansê me yê bîranîna rojê jî heye. Em divê di her salvegera fermanê de weke hunermend û helbestvan stran û melodiyên xwe bibêjin. Divê em vî karî tenê li ser milê civaka Êzidî nehêlin. Niha jî berxwedaniyek ku heya roja îro li hemberî hikûmeta Iraqê, li hemberî PDK’ê û dewleta Tirk pêş dikeve heye.”
“EZ BI WAN DAYÎKÊN ÊZIDÎ YÊN BERXWEDÊR DIHESIDIM”
Merdê berxwedana dayîkên Şengalê jî silav kir û got ku ew ji sekna dayîkên Şengalê hêz digire û wiha dawî li nêrînên xwe anî; “Ew dayîkên li berx we didin ez bi wan dihesidim. Destpêkê çawa bûn, îro çiqas hêz girtîne û xwedî gotin in. Yên ku wê xwedî li Şengalê derkevin wê em bin. Em dibêjin xweziya destpêkê wiha bûna. Em xwe qurbana wan dayîk û ciwanan dikin. Silavên xwe ji vir heya Şengalê ji bo wan dişînim. Em ê fermanan ji bîr nekin, em ê hêrsa xwe bilind bikin û bibînin ku qehremanên ku êrîş pûç kirin û Şengal azad kirin jî hene. Banga min ji bo hemû civakan, ji bo hemû hunermendan jî heye. Divê herkes xwedî li Şengalê derkeve û plana helandina civaka Êzidî û Êzdiyatiyê bê sekinandin. Em divê fermanên rû dayî di mejiyê xwe de bigirin, jibîr nekin ku kê aniye serê milet û kî bûn sedema fermanan. Divê em vana bizanin. Divê em bibêjin ku divê kî bên teşhîrkirin.”