Roja 3’ê Tebaxa 2014’an de careke din dengê gule, top, hawara dayîk û zarokan bilind bû. Çeteyên DAÎŞ’ê bi sator û çekan êrîşê Şengalê kirin. Di navbera çend keliyan de bi sedan seyare derketibûn ser kolanan û bi lezekê mezin li pey xwe toz û dûman dihiştin. Li aliyekî toz û dûman ji seyareyên Şengaliyan radibû, li aliyê din jî seyareyên çeteyên DAÎŞ’ê diketin nav hev. DAÎŞ’ê weke ewrekî reş û makîneyeke kuştinê ketîbû nava axa Şengalê û hewl dida xwe bigihîne seyareyên Êzidiyan û nehêlin ew ji pençên wan bifilitin. Di van kêliyan de hem ji Rojavayê Kurdistanê, hem ji Heremên Parastinê yên Medyayê gerîla û şervanên azadiyê ketîbûn rê û bi lez û bez ber bi Şengalê ve diçûn. Şervanan dengê zarok, jin, gelê Êzidî ku hewl didan xwe ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bikin bihîstîbûn û bi hêrsek mezin nêzî Şengalê dibûn.
RÊWITIYA ZERDEŞT JI QAMIŞLO BER BI ŞENGALÊ VE
Ev ferman ji bo qirkirina civaka Êzidî bû lê, ji ber mudaxilê hêzên HPG, YJA-STAR, YPG û YPJ nekarin heya dawî planên xwe pêk bînin. Şervanên çiya û Rojava xwe gihandin hawara gelê Êzidî û sing bi sing bi çeteyên DAÎŞ’ê re şer kirin. Dema çûn Şengalê birîndar rakirin, yên li çolê mabûn dan pişta xwe, av û xwarin dan û wan gihandin cihên ewle. Yek ji wan şervanan jî ciwanê bi navê Zerdeşt Feyrûşa Elî bû.
Zerdeşt ciwanekî ji bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ji gundê Anteriyê yê. Zerdeşt yek ji şervanên YPG bû. Dema wan kom dikin û behsa fermanê û qirkirina li ser gelê Êzidî ji dikin ew jî pir hêrs dibe. Dema ji wan dipirsin; kî amada ye here Şengalê û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer bike? Zerdeşt jî bi kêfxweşiyeke destê xwe radike û dibêje ez amade me. Di saetên siharê de ji Qamişlo derdikevin rê û di navbera 6-7 seatan de xwe digihînin Şengalê.
’GERÎLA, ŞERVANÊN ROJAVA PÊŞWAZÎ DIKE’
Zerdeşt Feyrûşa Elî sedema hatina xwe ya Şengalê wiha vedibêje: “Ji me re ji milê Cezava korîdorek vekirin. Em derbasî aliyê Xanesorê bûn. Em li dora çiya zivirîn û wisa gihiştin navenda Şengalê. Me pêşî kêmekî îstirehet kir û em çûn biryargeha HPG’ê ya li çiya. Dema me gerîla dît, em pir kêfxweş bûn. Me li gel gerîlayan rihê hevaltiyê dît û me hêz ji wan girt. Lê wexta me kêm bû, em bi lêz û bez çûn hawara gelê Êzidî. Rewşeke gelek giran bû, zarok û dayîk şehîd xistibûn. Cenaze li erdê mabûn. Di hinek malan de hemû ferdên malbatê hatibûn qetilkirin. Me ne dikarî tehemilê vê yekê bikin.”
Zerdeşt ji bo şerê li dijî çeteyan amedekariyên xwe yên dawî dikir, destpêkê taktîkan bi kar tînin da ku rewşê baş fêmbikin. Jixwe di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ên li ser Rojavayê Kurdistanê de tecrûbe qezenç kiribûn lê, diviyabû ku ji bo şerê li Şengalê jî agahiyên pêwîst berhev bikin. Li vê derê ji bona wan ji aliyê koordîna şer ve ku di nav wan de Egîd Civyan (Vahdettin Karay) hebû, civîneke pratikî tê kirin.
‘LI SÛKA KEVIN ŞERÊ MAN Û NEMANÊ’
Gaziyê şer Zerdeşt li sûka kevin ya navenda Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dike. Şerê man û nemanê tê kirin. Zerdeşt wiha qala keliyên şer dike: “Em li sûka kevin bûn, li pêşiya me kolanek dirêj hebû. Me didît ku dijmin jî ku derê dihat. Me xwe li gor vê bi cih kiribû. Me di wan kêliyan de hevalên gel xwe û derdora xwe nas kir. Êrîşên ku DAÎŞ’ê dikir li berçavan bû. Ragihandina cîhanê dît ku DAÎŞ’ê bi şeweyekî derveyî exlaq, êrîşê gelekî dike. DAÎŞ mirovan qetil dike, serjê dike, dibêjê yan bibe wekî me yan jî bimirî. Berxwedana me raber kirî pir xweş bû. Ji ber ku me mirov ji destê çeteyan rizgar dikir. Ev ji bo me gelek biwate bû.”
‘DI ENCAMA TEQÎNA PANZERÊ DE BIRÎNDAR BÛM’
Zerdeştê ciwan di şerê sûka kevin de birîndar dibe û ji me re wiha behsa wan kêliyan dike: “Di dema şer de panzerek li ser me de hat, me êrîş kir û xwe vekişand. Piştre panzerek din hat, me dizanîbû ku mayin pê ve girêdane û wê biteqînin. Teqîna yekem çêbû. Dema panzer gihişt biniya banê ku me şer dikir, xwe teqand. Ez jî vê demê li her derê xwe birîndar bûm. Ez li binê xanî de mabûn. Heta çavên min jî çûbû lê, ez emeliyat kirim.”
’EM AMADE NE ÎRO JÎ JI BO ŞENGALÊ ŞER BIKIN’
Zerdeşt Feyrûşa Elî balê dikşîne ser dijminetiya li ser civaka Êzidî û wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Îro jî li Şengalê şer berdewam e. Ger cardin bê xwestin, em amade ne ku ji bo Şengalê şer bikin. Dema ku em çûn ketin bin çengê gel û me ew rakirin, hemûyan ji me hêz û bawerî girtin. Bazdan hatin pêşiya me, kirin nalîn û hawar. Hin kes rizgar bûn û hin kes jî şehîd ketin. Sedema êrîşên li Şengalê siyasî ye. Em hevî dikin ku hemû pirsgirekên li Şengalê dawî bibin. Bijî berxwedana Şengalê.”