Tankek hate îmhakirin û 5 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo bîranîna cangoriyên ku li Zaxoyê di qetlîama dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabûn hin çalakî li dar xistin. Di çalakiyên tolhildanê de 5 dagirker hatin cezakirin, tankek û dronek hate îmhakirin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê got “ Dewleta Tirk a dagirker ku dijminê hemû gelên li Rojhilata Navîn in li Zaxoyê qetlîamek kiribû û di vê qetlîamê de zarok jî tê de gelê sivîl hatibûn qetilkirin. Çalakiyên ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî dewleta Tirk a dagirker didome.  Di çalakiyên gerîlayan de yên ku hêza parastina rewa yên gelan e, herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin, tankek û dronek hate îmhakirin, derb li çeperekê hate xistin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên Qada Berxwedanê 8 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 11 caran bi balefirên şer û 17 caran jî bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran bi tank û obusan bombe kiriye.

Çalakî û êrîşên ku hatine kirin wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê

Di 25’ê Tîrmehê saet di 01.40’an de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ji du milan ve xwe ber nav dagirkeran dane. Milê yekemîn li tankekê daye û tank tevî dagirkerên tê de îmha kiriye. Milê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên ferdî ji nêz ve li çeperekê daye. Di vê çalakiyê de herî kêm 5 dagirker hatine cezakirin, tankek hatiye îmhakirin û derb li çeperekê hate xistin.

25’ê Tîrmehê saet 08:40’an li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi çekên giran li dagirkeran hatiye xistin.

25’ê Tîrmehê di saet 06:00’an de droneke keşfê ya li ser qada Şehîd Adil digeriya ji aliyê hêzên me ve hate xistin û hate rûxandin.

26’ê Tîrmehê di saet 07:15’an de bi taktîkeke sabotajê li dagirkerên li Qada Şehîd Ûmîd hatiye xistin û hatine derbkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereşê de;

Di 24’ê Tîrmehê saet 12:10’an de helîkopterên êrîşê yên xwestin çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bombebaran bikin, rastî gulebarana hêzên me hatin. Piştî mudaxeleyê, helîkopter neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan kirine;

Di 25’ê Tîrmehê de çeperên şer ên Girê Amediyê û Qada Berxwedanê yên Girê FM 8 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi tank, obus, helîkopter û balafirên şer kiriye;

Di 25’ê Tîrmehê de li Qadên Berxwedanê yên Saca û Girê Cûdî balafirên bêmirov geriyane.

Di 25’ê Tîrmehê de gundê Yekmalê yê Garê û Qadên Berxwedanê yên Şehîd Adil, Sîda û Saca yên li Zapê 11 caran bi balafirên şer hat bomberdûmankirin.

Di 25’ê Tîrmehê de Qada Şehîd Adil û Qada Berxwedanê yên Werxelê bi dehan caran bi tank û obusan hatiye bombekirin.

Di 25’ê Tîrmehê de Girê Hakkarî, Girê Amediyê û Qada Berxwedanê yên Girê Cûdî 17 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”