HPG: Helîkoptereke Skorsky hate xistin

HPG’ê diyar kir ku di 24’ê Tîrmehê de helîkoptereke Skorsky ya ku dixwest leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bûye hedefa gerîlayan û got “Piştî ku agir bi helîkopterê ket, helîkopter ket erdê û dagirkerên tê de hatine cezakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer ev daxuyanî da:

“Dewleta Tirk a mêtinger û qirker beriya niha 7 sal berê di 24’ê Tîrmeha 2015’an de bi tifaqa hevpar a faşîst û dewleta nijadperest  li hemberî gelê me û tevgera me êrîşeke qirker da destpêkirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê yên faşîst 7 sal in li hemberî gelê Kurdistanê û tevgera me, bi metodên şerê taybet êrîşan dike lê ev êrîş negihiştine armanca xwe. Gerîlayên azadiya Kurdistanê îlhamê ji berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ya li Îmraliyê distîne, li her dera Kurdistanê bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dide û bûye hêviya gelên bindest. Berxwedana dîrokî ya gerîla ku hêviya Rêbertî, gelê me û tevgera me ye, hemû planên rejîma faşîst a ku dixwaze me têk bibe, hilweşandiye.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di sala heştemîn a vê êrîşa qirker de biryadarî û baweriya xwe zêdetir kiriye û serfirazî ji xwe re kiriye armanc û ber bi serkeftinê ve diçe. Tîmên me yên gerok ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara di 24’ê Tîrmehê de bi şev helîkoptereke Skorksy ya dagirkeran xistiye û dagirkerên di helîkopterê de ceza kiriye. Hêzên me derbeke gelekî xurt li dagirkeran daye û peyameke watedar dane dagirkeran.

Artêşa Tirk a ku sûcê şer dike ku nekarî berxwedana hêzên me bişkîne, 9 caran bi balafirên şer, 22 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi hawanan çeperên şer ên Qada Berxwedanê bombebaran kir.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ya li Herêma Zapê de;

Di 24’ê Tîrmehê de helîkoptereke Skorsky a ku dixwest dakeve Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ji aliyê hêzên me ve ji nêz ve hate hedefgirtin. Ev helîkoptera ku agir pê ket û xwest dûr biçe, li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ket.

Di 24’ê Tîrmehê de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi çekên ferdî û bombeyên destan li dagirkeran dan. Li vir di navbera hêzên me û dagirkeran de nîv saetê pevçûnên dijwar qewimîn. Dagirkerên ku nekarîn bi pêş ve biçin, neçar man gavekê paşde bikişin.

Di 24’ê Tîrmehê saet 00:15’an de helîkoptera êrîşê ya ku xwestibû Qada Berxwedanê ya Karker bomberdûman bike, ji aliyê hêzên me hate hedefgirtin û hate gulebarankirin. Piştî derbên bi bandor ên hêzên me, helîkopter neçar ma ji herêmê derkeve.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş ya Cenga Xabûre de;

Roja 24’ê Tîrmehê di saet 11:25 û 14:50’î de, dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve 2 caran bi taktîkên sabotajê li wan hate xistin û derbkirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker yên bi hawan, helîkopter û balafirên şer kiriye;

Di 24’ê Tîrmehê de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara balafirên keşfê geriyan.

Di 23 û 24’ê Tîrmehê de qada Girê Serbest a girêdayî herêma Garê û Qadên Berxwedanê yên Saca, Sîda û Çemço 9 caran bi balafirên şer hatin bomberdûmankirin.

24’ê Tîrmehê jî Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi dehan caran bi hawanan hatiye bombekirin.

Di 24’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Kokerê, Çemço, Girê Karker, Girê FM û Girê Cûdî 22 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”