KCK’ê bi peyamekê salvegera Tevgera Goran pîroz kir

Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 13‘emîn salvegera damezrandina Tevgera Goran peyameke pîrozbahiyê weşand.

Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi wesîleya 13‘emîn salvegera damezrandina Tevgera Goran peyamek pîrozbahiyê weşand.

Di peyama KCK’ê de ev tişt hatin gotin:

“Birêzan damezrînerên giştî, endamên yekeya weguhêzer û endamên civata niştîmanî;

Bi boneya 13. salvegera damezrandina Tevgera Goran, li ser navê hemû endamên rêveber û kadroyên KCK’ê em germtirîn pîrozbahiya xwe arasteyê we birêzan û hemû endam û alîgirên Tevgera Goran dikin.

Tevgera Goran wek hêzeke siyasî ya ji helwesta azadîxwaz, dadperwer û demokrasîxwaz a Başûrê Kurdistanê derketiye, bi pêşengiya rehmetî Newşîrvan Mistefa û hevrêyên wî mohra xwe li guhertinên siyasî û civakî ya Başûrê Kurdistanê da û bû cihê hêvî û baweriya gel a ji bo mafperwerî, azadî û wekheviyê.

Hêvîdarin ku bi esasgirtina hêz û vîna gelê me bikarin di çareserkirina pirsgirêkan û avakirina jiyaneke azad û demokratîk de roleke pêşengî bilîzin û her tim serketî û serfiraz bin.”