HPG: Di eniya herî pêş de bi awayeke fedaî şer kirin

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, “Di operasyona ku artêşa Tirk a faşîst ber bi Rojavayê Zapê ve berfireh kir de hevrêyên me Armanc û Rewşen bûn yek ji hevrêyên me yên di eniyên herî pêş de li dijî dijmin bi awayeke fedaî şer kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 2 gerîlayên YJA Starê yên şehîd bûne ev agahî da:

“Berxwedana destanî ya ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeran pêş xistiye, bi ked û fedekariyeke mezin didome. Hêzên me yên YJA Star ku pêşengiya pêşxistina vê berxwedana destanî dikin, bi têkoşîna ku didin derbên mezin li dagirkeran dixin û rê nadin dagirkeriyê. Rêhevalên me Armanc û Rewşen ku milîtanên mînak ên xeta azadiya jinê bûn û bi tevlîbûna xwe ya fedaî di vê têkoşîna dîrokî de derbên giran li dijmin xistin, gihiştin asta şehadetê. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna rêhevalên xwe yên bi nirx ên ku li pey xwe mîrateya têkoşînê ya watedar hiştine mezin bikin, xeyalên wan ên azadiyê pêk bînin û layîqê wan bin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên ku gihiştine asta şehadetê wiha ne:

Navê Kod: Armanc Arîn

Paşnav: Aynûr Atli

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Dê - Navê Bav: Rehîme - Ebdullah

Dem û Cih Şehadetê: 30 Gulan 2022 / Heremên Parastina Medya

 

Navê Kod: Rewşen Hêvî

Nav paşnav: Dîlan Aldan

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Dê - Navê Bav: Gulistan - Abdulmurat

Şehadet Dem û Cih: 6 Hezîran 2022 / Heremên Parastina Medya

ARMANC ARÎN

Rêhevala me Armanc li navçeya Karazê ya Amedê di malbateke welatparêz de ji dayik û mezin bûye. Rêheval Armanc ku di temenê xwe yê biçûk de ji ber welatparêziya malbata xwe dest bi naskirina têkoşîna azadiyê kir, ji nêz ve şahidiya polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst û mêtinger ên li ser gelê Kurd kir. Rêhevala me Armanc ku tu carî van êrîşên înkar û îmhayê qebûl nekir, ji bo li dijî dagirkeran bisekine kete nava lêgerîna têkoşînê. Rêhevala me Armanc ku di sala 2009’an de bi awayekî aktîf beşdarî xebatan bû, li bajarên cuda yên Kurdistanê xebat meşandin. Rêhevala me Armanc a ku di dema xebatan de her ku diçû fêr dibû û her ku rêxistin kir, xwe rêxistinkir, dest bi naskirina felsefeya Apoyî a ji nêz kir û hewl da baştir fêm bike. Rêhevala me Armanc ku ya ku ferq kir her ku diçe pêwîste zêdetir bikeve nava têkoşînê, berxwedaniyên egîdên Kurdistanî ku li dijî komkujiyên ku çeteyên DAÎŞ'ê yên ku dewleta Tirk a faşîst piştgiriya wan dike li Rojava kirinî berxwedanekî ku di dîrokê de mîna wê nehatiye dîtin nîşan dane, ji bo xwe esas digire û bera xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê. Rêhevala me Armanc ku di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû, bi coş û kelecana roja destpêkê tevlêbûna di hemû xebatan de ji bo xwe esas girt û dîsa bi ked û baldariyeke mezin nêzî hemû xebatan bû. Rêheval Armanc ku bi vê nêzîkatiya xwe karî zû fêrî rêhevalên xwe û jiyanê bibe, bi tevlîbûna xwe ya bêhesab ji rêhevalên xwe re bû mînak. Hevrêya me Armanc ku di vê baweriyê de bû ku ji bo bikare xeyalên azadiyê yên rêhevalên me yên şehîd bigihêjîne serketinê, pêwîstî bi tevlîbûna fedaî heye, ji bo tevlîbûneke xurtir nîşan bide bû endama Hêzên Taybet û ji bo ku xwe bigihîne asta kesayeta fedaî di her kêliya jiyana xwe de têkoşînek bê navber da meşandin. Rêhevala me Armanc ku di nava Hêzên Taybet de di gelek çalakiyên cuda de cih girt, bi taybetî bi perwerdekirina rêhevalên xwe re eleqedar bû û di pêşxistina fedaîtiya Apoyî de kedeke girîng da. Dîsa di çarçoveya ji nû ve avakirina projeya gerîla de, ne tenê di warê leşkerî de xwe jêhatî kir, di heman demê de weke fermandara pêşeng a YJA Starê jî ji bo pêşxistina rêhevalên xwe hewl da. Rêheval Armanc ku demeke dirêj li qada Zapê dixebite, tevlî gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker bû û di bidestxistina encamên serketî de jî para xwe girt.

Rêhevala Armanc ku karîbû bibe yek ji endamên artêşa Fedaiyan, di her kêliya jiyana xwe de ji bo parastina vê helwestê kedeke mezin da. Rêhevala me Armanc ku bi awayeke serketî pêkanîna erkên xwe esas digirt, ji bo derbeya herî giran li dijmin bixe jî di nava lêgerîn û têkoşînê de bû. Di her qadê û xebatên artêşbûna jin de ku cih digire rola pêşeng lîstiye û tevlîbûna wê jî li ser vê esasê bûye.

REWŞEN HÊVÎ

Hevrêya me Rewşen, li cihê ku PKK’ê navê bersiva herî mezin a li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst û mêtînger, hate ragihandin; Li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye. Ji ber ku gelê Licê her roja ku diçe zêdetir PKK’ê hembêz dikir, bû sedem ku dewleta Tirk a faşîst êrîşên xwe zêdetir bike. Di nava gelek wiha de jidayîkbûn, teşe daye keseyata hevrêya me Rewşen. Çawa ku di temenekî biçûk de ji diya xwe hînbû, fêrî seknandina li ser lingên xwe bû û ji bo ku tevahiya jiyana xwe li gorî wê teşe bide, bingeh girt. Hevrêya me Rewşen ji ber cewhera welatparêziya ji malbatê wergirtibû, li hember têkoşîna azadiyê eleqedar bû û diyar dikir ku mîtîng û xebatên ku di temenê xwe yê biçûk de cih girtiye ew gelekî kêfxweş kiriye. Li metropolên Tirkiyeyê demeke kin ma, ji nêz ve şahîdî kir ku çawa hewl didin gelê Kurd bê asîmîlekirin û hewildana nefreta li dijî gelê Kurd xurt bikin. Di sala 2015’an de di berxwedana xwerêveberiyê de nefreta li hemberî gelê Kurd, ciwan û jinan û bajarên Kurdistanê dît û weke hemû jiyana xwe biryar da ku li dijî van hemûyan têbikoşe. Mîna dema damezrandina PKK’ê, hevrêya me Rewşen ku bi zelalî dibîne û ji dil û can di wê baweriyê de ye ku bersiva herî mezin PKK li hemberî van polîtîkayên qirkirin, îmha û înkarê ye, biryara tevlîbûnê girtiye.

Hevrêya me Rewşen di sala 2016’an de dema vegeriya çiyayên Kurdistana azad, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Rewşen ku ji roja ku tevlî bû, di hawîrdora ku tê de bû rengê xwe bi helwesta xwe ya leheng û bi biryar nîşan da, hurmeta hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêya me Rewşen ku di gelek xebatên ku hesasiyet û pêbaweriyeke bilind hewce dike de cih girt, bi serkeftina xwe ya di van xebatan de baweriya hevrêyên xwe qezenc kir. Tevlîbûna wê ya jiyanê her tim di pîvana fedaîbûnê de bûye û her tim hewl daye van pîvanan hîn bilindtir bike. Ji ber vê yekê jî di nava Hêzên Taybet de cih girtiye û her roj xwe zêdetir pêş xistiye. Hevrêya me Rewşen a ku bi perwerdeyên ku dîtiye pêşketiye, di bin bandora rêhevalên fedaî yên ku li dora Rêbertî bûne xelek, ramanên wê kûrtir kiriye. Hevrêya me Rewşen a ku ji bo di şexsê xwe de têkoşîna jina azad bi cih bike kedeke mezin daye, her tim xwe di azadiyê de kûr kiriye û nêzîkatiya xwe ya têkoşîna azadiya jinê ji nêzîkatiya azadiyê cuda negirtiye dest û ji bo temsîliyeta nasnameya jina azad her tim têkoşiye. Hevrêya me Rewşen ku bi naskirina jiyana gerîla û xwezaya Kurdistanê bi hêztir bû û her ku xurt bû xwe li hember dijmin veguherand topek agir.Erkên ku jê re hatine dayîn bi serkeftî bi cih anî. Hevrêya me Rewşen bi wateyek mezin li jiyana xwe û hevrêyên xwe tevlî karwanê nemiran bûye.

Hevrêyên me Armanc û Rewşen di operasyona ku artêşa Tirk a faşîst ber bi rojavayê Zapê ve berfireh kir, bûn yek ji hevrêyên me yên ku di eniyên pêş de li dijî dijmin bi fedaî şer kirin. Hevalên me yên ku di Pêngava Cenga Xabûr a Şehîd Savaş Mereşê de cih girtibûn, di çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin de bi awayekî aktîf lîstin. Em soz didin ku em ê têkoşîna her du hevrêyên xwe hîn mezintir bikin; Em sersaxiyê ji hemû gelê welatparêz ên Kurdistan û Amedê re bi taybetî ji malbatên wan ên hêja re dixwazin.”