Di êrîşên dagirker de heywan jî tên qetilkirin

Bijîşk Firat Riha diyar kir dema ku dewleta Tirk a ku xwezaya Kurdistanê bomberdûman dike, di bomberdûmanan de gelek heywan jî tên qetilkirin û bang li heywanhezan kirin ku bila helwestê nîşanî vê rewşê bidin.

Li çiyayên Kurdistanê gelek heywan hene. Yek ji van heywanan jî pezkovî ne. Dewleta Tirk jî Herêmên Parastinê yên Medyayê di serî de çiyayên Kurdistanê bênavber bomberdûman dike. Ji ber vê bomberdûmanê gelek heywan jî tên qetilkirin. Di van êrîşên dewleta Tirk de jî gelek pezkovî hatine qetilkirin.

Firat Riha yê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bijîşkiyê dike, heta niha gelek pezkoviyên birîndar jî tedawî kiriye. Firat Riha diyar kir ku dewleta Tirk çiyayên Kurdistanê talan dike û got “Dewleta Tirk dema ku êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike ev êrîş ne bi tenê li dijî gerîla û gelê sivîl e. Ev êrîş li dijî hemû zindiyan e. Gelek caran di medyayê de jî derket holê dewleta Tirk heywanan jî qetil dike. Hemû zindî li çiyayên Kurdistanê dibin hedefa van êrîşên hovane. Vê pezkoviya di hembêza min de jî di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bû. Piştî bomberdûmanê hevalan vê pezkoviya birîndar dîtin û anîn ji min re. Em ne bi tenê mirovan hemû zindiyan tedawî dikin. Serê pezkoviyê birîndar bûbû û pêyê wê şikestibû. Piştî tedawiyê em ê wê berdin.”

Firat Riha bal kişand ser êrîşên ku dewleta Tirk li ser xwezaya Kurdistanê dike û bang li heywanhez û xwezahezan kir. Riha got “Divê xwezahez û heywanhez li hemberî van êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin. Dewleta Tirk ji aliyekî ve daran dibire û ji aliyê din ve jî heywanan dikuje û xwezaya Kurdistanê qir dike. Li hemberî van tiştan deng ji tu kesî dernakeve. Kesên ji xwe re dibêjin ez mirov im, ez xweza û heywanan diparêzim divê li hemberî vê hovîtiyê dengê xwe bilind bike.”