Rêveberên girtîgeha Wanê dest danî ser hemû daxwaznameyên girtiyên siyasî

Rêveberiya Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Wanê dest danî ser hemû daxwaznameyên gilîkirinê yên girtiyên siyasî.

Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan didome. Vê carê jî astengî hatin çêkirin ku girtî nikaribin nerazîbûn û dengê xwe bigihînin Wezareta Edaletê û Meclîsa Tirkiyeyê.

Li gorî agahiyên ku xizmên girtiyan dane Rêveberiya Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Wanê dest daniye ser hemû daxwaznameyên gilî û daxwazê yên girtiyên siyasî. Girtiyan ev daxwazname ji dozgerî, wezaret û meclîsê re şandibûn.

Hate ragihandin nimreya şandinê ya daxwaznameyan jî nedane girtiyan.