RJAK’ê Komkujiya Zaxo şermezar kir

RJAK‘ê têkildarî komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Zaxoyê daxuyaniyek da û hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê rexne kir.

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) têkildarî komkujiya dewleta Tirk a dagirker ku di 20’ê Tîrmehê de li Zaxoyê pêk anî û di encamê de 9 kes hatibûn qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

RJAK’ê di daxuyaniya xwe de êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: “Bi komkujiyan re ziyanek mezin li xwezaya Kurdistanê hatiye kirin. Helwesta Herêma Kurdistanê û Iraqê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker di asta şermê de ye.“

RJAK’ê banga yekîtiyê li jinan kir û xwest bi yek dengê li dijî êrîşên dagirkeriyê bisekinin.