KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Salvegera Şoreşa Rojava li Silêmanî bi coş hate pîrozkirin
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li Silêmanî sala 11’an a Salvegera Şoreşa Rojava bi şahiyekê pîroz kir. -
Ji HPG'ê daxuyaniya rastkirinê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî daxuyaniya 17’ê Tîrmeha 2022’an daxuyanike rastkirinê da. HPG'ê got, ''Hevrê Merwan Baz ku me bi şehîdî ragihandibû, şehîd nebûye û li ser erka xwe ye.“ -
Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 5’emîn hat vekirin
Derbarê Emîne Şenyaşar ku malbata wê ji aliyê xizm û parstvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat qetilkirin, ji xala 301’emîn a TCK’ê ku heta du salan cezayê girtîgehê jê re tê xwestin, doz hat vekirin. -
Partiyên Kurdistanî: Erşed Salihî provokasyonê dixe nav pêkhateyên Kerkûkê
Partiyên Kurdistanî yên bajarê Kerkûkê ji ber hewldana derxistina provokasyon û têkdana bi hev re jiyana gelan, doz li Erşed Salihî vekirin. Salihî wekî bi zilamê Tirkiyeyê tê naskirin. -
Bernameya bibîranîna salvegera Fermana Êzidiyan a 3’yê Tebaxê hat eşkerekirin
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bernameya çalakiyên 3’yê Tebaxa salvegera Qetlîama Êzidiyan a bi destê çeteyên DAIŞ’ê hat kirin, eşkere kir. -
HPG: 14 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin
Di çalakiyên tîmên gerîla yên bi tevger de 14 leşkerêrn Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin û derb li helîkopterekê hate xistin. -
Bereya Piştevaniya bi Rojava re: Ezmanê Rojava ji balafiran bigirin
Bereya Piştevaniya bi Rojava re li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bang li civaka navneteweyî kir ku qada hewayî ya Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo firîna balafiran bigire û rê nede dagirkeriyek mîna Efrînê pêk bê. -
Malbatên girtiyan li ber girtîgehê nobeta xwe domandin
Malbatên girtiyan ên li Amedê li pêşiya girtîgehê Nobeta Edaletê domandin. -
Fermandarê HPG’ê Awyer, li Wanê hate definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hewram Awyer ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku dawiya meha Gulanê di li Çiyayê Bagokê di şer de şehîd bû, li Wanê hate definkirin. -
HBDH’ê li Amedê li qereqolekê da
Milîsên Taylan Demîrcîoglû yê HBDH’ê li Baglara Amedê li qereqolekê dan. -
Li Qereçoxê li dijî DAÎŞ’ê operasyonek berfireh destpê kir
Artêşa Iraqê, li Çiyayê Qereçoxê yê navçeya Mexmûrê li dijî DAÎŞ'ê dest bi operasyoneke berfireh kir. -
Fîlîz Bûdak: Şoreşa Rojava nîşan da ku pergala neteweya demokratîk ne xeyal e
Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk Fîlîz Bûdak diyar kir ku bingeha Şoreşa Rojava di salên 1980’an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye danîn û got ku Şoreşa Rojava li dijî pergala kapîtalîzmê berxwedana neteweya demokratîk îfade dike. -
'Şikandina êrîşan wê bibe destpêka têkçûna dagirkeriya li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê'
KONGRA-GEL salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir û destnîşan kir ku di vê demê de şikandina êrîşên dewleta Tirk wê bibe destpêka têkçûna dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê. -
Karayilan: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî wê teqez bi ser bikeve
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bal kişand ser girîngiya Şerê Gel ê Şoreşgerî û got, "Eger gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vê îradeyê şer bike, wê bersiva pêwîst bidin destdirêjiya dewleta Tirk û teqez wê bi ser bikevin." -
Lehengê xaka Mezopotamyayê: Qendîl Zap
Qendîl Zap jiyan, têkoşîn, hesta hevrêtiyê û fedakariya gerîla li Heftanînê hîn bû, bêfikar û bi kedeke mezin tevlî nava jiyanê bû. Di 7'ê Tîrmeha 2021'ê de li Heftanînê tevlî karwanê nemiran bû. -
Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 497’an de ye
Nobeda Edaletê di roja 497'an de berdewam dike, Emîne Şenyaşar bertek nîşan da û got, "Kurê min dîl digirin." -
HPG: 10 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir gerîlayan li hemberî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt kirine, di van çalakiyan de herî kêm 10 dagirker hatine cezakirin. -
Dîmenê xistina helîkoptera artêşa Tirk a dagirker hat weşandin
Gerîlayên HPG’ê helîkoptereke dewleta Tirk a dagirker xistibûn. Gerîla TV’yê dîmenê helîkoptera ku hatibû xistin, weşand. -
Cenazeyê Elî Qazî wê li Kelarê bê veşartin
Cenazeyên Elî Qazî yê ku di 10’ê Tîrmehê li Elmanyayê rehmet kir wê li bajarokê Kelar a girêdayî herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê bê veşartin. -
PKK: Şoreşa Rojava wê mezintir bibe
PKK'ê salvegera Şoreşa Rojava silav kir û got, "Em di wê baweriyê de ne ku dema pêş wê şoreş mezintir bibe û hîn bi pêş ve biçe." -
Balafireke bê mirov li ser Mexmûrê digere
Ji sibehê heta niha tevgereke zêde ya balafira keşfê li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî heye. -
Karayilan: Divê gelê me berxwedana me bi tenê nehêle
Karayilan diyar kir ku gelê Kurd şerê hebûn û azadiyê dide û got “Heta ku em dewleta Tirk têk nebin wê li tu derê tu Kurd serbixwe û azad nejîn.” -
Gardiyanan vê carê gefa kuştinê li girtî Emrah Yakût xwarin
Emrah Yakût ê li Girtîgeha bi Hejmara 1'ê ya Dûmlû ya Erzîromê tê girtin, diyar kir ku li wî xistine û bi zorê derzî lê xistine. Yakû got, "Gardiyan wê min bikujin." -
Nûnerê PYD'ê yê li Başûrê Kurdistanê: Şoreşa Rojava ji bo Başûr jî bû hêvî
Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê li Başûrê Kurdistanê Cawîdan Hesen bal kişand ser têkoşîna Şoreşa Rojava û bandora wê ya li ser Başûrê Kurdistanê û got: “Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê ji bo hemû cîhanê bû hêvî.” -
Foza Yûsif: Krîza Sûriyeyê li Sûriyeyê çareser dibe
Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif destnîşan kir ku krîza li Sûriyeyê ne li Astanayê, ne li Cenevre, ne jî li Tehranê çareser dibe û got, tenê li Sûriyeyê dikare çareser bibe.