LI SÛRIYEYÊ QAÇAXÇITIYA BERHEMÊN DÎROKÎ
Tê gotin, li bajarên antîk bi taybetî jî yên weke Palmîrayê qadên goristanê hatine kolandin û cihên arkeolojîk hatine tinekirin. Aktîvîstek ji saziya civaka sivîl a bi navê Heritage for Peace diyar kir ku kolandina dizên goristanan xisareke welê dane karên arkeolojîk û sererastkirina wan nabe.
Li gorî lêkolînên ku ji aliyê Antiquities Trafficking and Heritage Anthropology Research Project (ATHAR) ve hatin kirin, ji sala 2012'an û vir ve 1.500 bûyerên bi vî rengî hatine belgekirin ku ji sê paran parek jê tenê di nava şeş mehên dawî de qewimîn. Hevdîrektorê ATHAR'ê Amr al-Azm anîz iman ku meha Kanûnê piştî ku rejîma Esad hate hilweşandin 'Hemû mekanîzmayên kontrolê ji holê rabûn' û qaçaxçitî jî gelekî zêde bû.
Sûriye bi mîrateya xwe ya dewlemend a arkeolojîk ji bo koleksiyonvanên Rojavayî bû hedefek. Mozaîk, peykel û kêlên antîk li ser medya dîjîtal bi hêsanî têne firotin. Li gorî daneyên ATHAR'ê Facebook bûye ada bingehîn a vê bazirganiya neqanûnî.
Li gorî Tech Transparancy Project ku ji aliyê Katie Paul ve tê birêvebirin, berhemên qaçax êdî di nava çend hefteyan de li ser Facebookê têne firotin. Pêvajoya firotinê ku berê bi mehan dewam dikir, êdî di nava du hefteyan de diqede. ATHAR'ê ji sala 2012'an û vir ve li ser vê qaçaxçitiyê zêdeyî 26 hezar dîmen û wêne belge kir.
Rêveberiya nû ya Sûriyeyê bi soza xelatdayinê ji bo yên ku berheman radest dikin, hewl dide pêşî li qaçaxçitiyê bigire. Lê belê asta hilweşînê û kêmaniya çavkaniyan, van hewldanan bêbandor dikin. Li paytext Şamê dikanên ku dedektorên metal difiroşin zêde bûne û reklamê van cîhazan li ser medya dîjîtal tê kirin.
Li hin deveran şebekeyên sûc ên organîzebûyî di dewrê de ne. Mînak li bajarê Salamiyayê li qada arkeolojîk a ji serdema bronz mayî ya Tall Shaykh Ali, bi kûrahiya pênc metreyan a ku bi makîneyên giran ên kar hatiye kolandin gelek kort hene. Çavdêr dibêjin ev kolandin bi rengekî profesyonel hatine kirin û bi şev û roj hatiye kirin.
Facebookê di sala 2020'î de eşkere kir ku firotina berhemên dîrokî qedexe ye, lê belê di pêkanînê de vê qedexeyê kêmcaran dixe meriyetê. Paul diyar dike ku hin komên ku naverokên qaçaxçitiyê parve dikin zêdeyî 100 hezar endamên xwe hene û koma herî mezin jî 900 hezar endamên xwe hene.
Berhemên têne revandin bi giranî ji Sûriyeyê dibin Urdun, Tirkiye û welatên din ên cîran. Li van deveran jî bi belgeyên sexte qanûnî dikin û pêşkêşî bazarê dikin. Yên ku dikirin jî bi giranî koleksiyonvan û muzeyên li DYE û Ewropayê ne.
Li gorî pisporan, ji sedî 90 ê nifûsa Sûriyeyê di bin sînorê xizaniyê de ye, lewma nepêkane ku kolandina şexsî bê rawestandin. Ji ber vê jî tê destnîşankirin ku weke çareserî divê ev daxwaza ji Rojava tê kirin bê rawestandin. Amr al-Azm dibêje, 'Heta ku pirsgirêka ewlekariyê neyê çareserkirin ev qaçaxçitî nayê rawestandin. Em nikarin berpirsyariyê tenê bixin stuyê aliyê tedarikê."