'Tevgera Azadî partiyeke alternatîf e, xwedî proje ye’

Selam Abdullah diyar kir ku Tevgera Azadî partiyeke alternatîf e û got, “Em dixwazin li Başûrê Kurdistanê guherîneke zihnî ava bikin. Zihînyeta demokratîk bidin avakirin. Her wiha civaka Başûr polîtîze bikin."

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ku di 17’ê Cotmeha 2014’an de di demekê de ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li ser herêmê û cîhanê di asteke pir xeter de bû, bi hişmendî û projeyên nû li Başûrê Kurdistanê hate avakirin.

Tevgera Azadî piştî ku 4’ê Kanûna 2017’an li gorî hiqûqa Iraqê weke partiyek fermî hate erêkirin di 19’ê Çileya 2018’an de kongreya xwe pêk anî.

 Herî dawî Tevgera Azadî di demekê de ku krîz û êrîşên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistan û Iraqê pir zêde bû di 15’ê Tîrmeha 2022’an de jî kongreya xwe ya sêyemîn bi tevlîbûna hezar delegeyî bi dirûşma “Bi perwerdekirin û rêxistinkirina civakê, Kurdistaneke azad û Iraqeke demokratîk ava dikin” pêk anîbû.

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Selam Abdullah li ser kar û xebatên partiyê û dîsa projeyên ku di kongreya xwe ya sêyemîn de girtî û xebatên nava civakê ji ANF’ê re bi berfirehî nirxand.

‘IRAQ NEBÛYE XWEDÎ XEWNEKE IRAQÎ’

Selam Abdullah di destpêkê de bal kişand ser krîz û aloziyên li Iraqê û got: “Ev demeke dirêj e krîzeke siyasî ya kûr li Iraqê heye. Ev jî xwe dispêre kokeke kûr a dîrokî. Dema em vegerin salên 1920-1921’an dema dîzaynkirina Iraqê. Iraq ewqasî ku xwedî xewneke ya emperyalîzma Îngilîzan e, ne ewqasî xwedî xewneke Iraqî ye. Ev bandor heta îro jî dewam dike.”

‘KRÎZÊN HEYÎ BANDOREK MEZIN LI CIVAKÊ KIRIYE’

 Abdullah qala krîza avanekirina hikûmeta nû jî kir û diyar kir ku ev zêdetirî 7 meh e ku hilbijartin hatiye kirin, lê heta niha hê jî hikûmet nehatiye avakirin. Abdullah anî ziman ku ev yek jî bandorek mezin li ser civakê daye çêkirin. Abdullah da xuyakirin ku aliyê Iraqî bi xwe nikarin Iraqê bi rê ve bibin.

 ‘PARLEMENTO KETIYE XIZMETA PARTIYAN’

Hevserokê Tevgera Azadî bal kişand ser krîzên li Başûrê Kurdistanê jî û wiha pêde çû: “Hemwext li Başûrê Kurdistanê jî krîzên siyasî heye. Her çendî Parlemento navendeke girîng a Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye, nûnertiya xelkê ye; lê bûye hîzbî (partî). Zêdetir nûnertiya partiyan dike, ji nûnertiya gel dûr e. Dema em bi giştî lê binêrin vê yekê hem gelê Iraqê û hem jî Başûr xistiye nava fikaran. Her wiha têkiliyên Başûr û Iraqê jî di rewşek pir xirab de ye.”

‘EM XWEDÎ PROJE NE, ERK Û BERPIRSYARIYÊN XWE YÊN JI BER REWŞÊ DIZANIN’

Selam Abdullah diyar kir ku ew di demeke wiha de derketine ku çareseriyê peyda bikin û ev nirxandin kir: “Ji bo wê yekê Tevgera Azadî wisa zanî ku di vê qonaxê de divê rola xwe bilîze û propagandayek baş bike. Hêz û dengê xwe bixe xizmeta civakê. Li ser rewşa heyî kar bike û hewl bide rast bike. Ji bo vê rewşa heyî em xwedî proje ne. Ji bo başkirina vê rewşê weke erk û berpirsyariyên xwe dizanin. Em ê vê yekê jî bi hevpar li gel hêzên Kurdan û dîsa aliyên ku xwe demokratîk û dîsa welatperwer dizanin ji bo başkirina vê rewşê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Tevgera Azadî pêşengtiya vê dike”

‘EM DIXWAZIN ZIHNIYETEKE DEMOKRATÎK AVA BIKIN’

Abdullah ew dixwazin di vê qonaxê de li ser esasê civakê hinek guherîn û veguherînan pêk bînin û wiha dewam kir, “Em dixwazin li Başûrê Kurdistanê guherîneke zihnî çêbikin. Zihînyeteke demokratîk bidin avakirin. Ji bo em bikarin li Başûrê Kurdistanê sîstemê bidin guherîn, her wiha Iraqê jî demokratîk bikin. Em dixwazin li ser vî esasî civaka Başûr polîtîk bikin. Civakeke siyasî exlaqî, civakeke hişyariya siyasî ya wê di asta jor de be hebe. Civak bi xwe siyasetê bike. Xwedî rol be li di pêvajoyên wiha tengezar de.”

 ‘TEVGERA AZADÎ ALTERNATÎF E’

Abdullah li ser ferqa Tevgera Azadî û partiyên din jî ev tişt got: “Tevgera Azadiya Civaka Kurdistan (Tevgera Azadî) sîstem e. Sîstemeke civakî ya siyasî ye. Partiyeke siyasî ya klasîk nîne. Tevgera Azadî alternatîf e. Em dixwazin li ber pirsgirêkên civakî yên li nava civakê hene bi rola xwe rabin. A yekem; em dixwazin perwerdeyek baş pêş bixin ku bikare guherînê li zihniyetê bike. Eger ku zihnîyeteke demokratîk nebe, guherîneke demokratîk jî nabe. Projeyên me yên li ser xwezayê jî heye. Çiqasî xwezayek baş hebe, mirovên ewqasî baş jî pêk tên. Em di vê mijarê de xwedî proje ne, dixwazin her kesê hawirdorparêz û xwezaparêz, dîsa sazî û dezgehên xwezaparêz li bin sîwanekê kom bikin. Bi lidarxistina konferansekê bikarin xwe bi rêxistin bikin. Ew karên ku siberojê bikin, bikeve di bin xizmeta civakê Başûrê Kurdistanê û Iraqê de jî. Her wiha bi heman rengî li ser aborî jî kar bikin. Dîsa bi heman rengî kesên aborîzan kom bikin û rêxistina wan çêbikin.

‘EM DIXWAZIN BI HEMÛ PÊKHATE Û OLAN BI HEV RE BIJÎN’

Abdullah anî ziman ku yek ji mijarên din cihêrengî û hebûna pêkhate û olan a li Iraq û Başûrê Kurdistanê ku weke pirgirêkekê lê hatiye hewl didin çareser bikin û wiha got, “Em dixwazin li Iraq û Başûrê Kurdistanê çanda pêkvejiyanê ya bi hemû reng, ol, mezheb û pêkhateyan pêk bînin. Ev yek jî bi rêya perwerdeya kes û civakê pêkan e. Di gelek mijarên din de em xwedî proje ne.”

‘EGER ALIYÊN SIYASÎ ERKA XWE PÊK NEYÎNIN, DIVÊ ASTENGIYAN LI BER ALIYÊN DIN DERNEXIN’

Hevserokê Tevgera Azadî Selam Abdullah li ser astengiyên li ser partiya wan jî axivî û destnîşan kir ku çiqas astengî hebin jî ew ê hewl bidin projeyên xwe pêş bixin û pêk bînin. Abdullah got, “Niyeta me, em dixwazin xizmeta civaka xwe bikin, pêş bixin û ji bo guherînên siberojê amade bikin. Eger em nekarin yekîtiya nava xwe ava bikin, nikaribin xwe pêş bixin, nikaribin li gorî zihnî guherînan bikin; bê guman pêşerojê li nava van krîz û qeyranan em ê nikaribin guherîn û veguherînê bikin û li nava cîhanê bibin xwedî cih. Ev yek jî wê bibe sedem ku Kurd ji dîrokê bê rakirin û wê qonaxeke gelek giran li ser gelê me pêk bê. Siyaseta asîmîlekirin û tinekirinê pir xurt dibe. Divê em di vê çarçoveyê de li vê mijarê binêrin. Ev yek erkê aliyên siyasî ye, lê ku nekin divê rêgiriyê jî ji bo yên bike neke. Têkiliyên me bi ti aliyên siyasî re qût nîne, em tim di nava têkiliyan de ne. Hewl didin têkiliyeke dîrokî jî ava bikin. Li gel têkiliyên bi desthilatê re wê têkiliyên me xurtir bi civakê rebe.”

 ‘DIVÊ DI SERÎ DE HIKÛMETA HERÊMA KURDISTAN Û PIŞTRE IRAQ XWEDÎ HELWEST BIN’

Herî dawî Selam Abdullah li ser êrîş û dagirkeriyên li ser navçeyê û destwerdanên li Iraqê jî nêrîna xwe anî ziman û wiha pêde çû: “Em ti demê li ber dagirkeriya dewleta Tirk û hemû dagirkerên din ên li ser herêmê bê helwest namînin. Li vir a girîng ew e ku divê di serî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li ber êrîşên dagirkeriyê xwedî helwest bin. Li ber çavan vekirî serweriya Kurdistanê û Iraqê tê binpêkirin. Desteke derve ya zêde li nava Iraqê heye. Di warê siyasî û îstixbaratî de derfetên mezin ji bo wan hatiye veqetandin. Nimûne; welatparêzên beşên din ên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê tên qetilkirin. Diviya bû Başûrê Kurdistanê ji bo van kesan cihê herî aram ba û alîkariya wan kiriba. A herî girîng diviyabû di vê qonaxê de, me dev ji hişmendiya parçeyî berdabana. Demê xwe aliyên siyasî yên Başûr jî derbasî parçeyên din bûne. Divê gelê me di vê pêvajoyê de gelek hişyar be. Kurdistan yek parçe ye, yek e. Dawî li Lozanê hat. Dev ji vê hişmendiya parçeyî berdin. Ji bo vê em Tevgera Azadî li ser bingeha netewî û niştîmanî kar dikin. Hemwext erkê Hikûmeta Iraqê jî ew e ku serweriya wê hate binpêkirin xwedî deng û helwest be. Bi hemû helwest û berpirsyariyên xwe em ê li dijî dagirkerî derkevin.”