Li Elbakê ji ber teqemeniya artêşa Tirk zarokek birîndar bû

Li navçeya Elbakê ya Wanê zarokekî 12 salî bi teqemeniya ku hat diyarkirin aîdî artêşa Tirk e bi giranî birîndar bû.

Teqîn li Taxa Kiratî ku dikeve ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê pêk hat. Zarokê 12 salî H.E. dema pezê xwe ji bo çêrandinê dibirin mêrgê, alaveke leşkerî teqiya.

Di teqîna ku nêzî qada leşkerî pêk hat de H.E bi giranî birîndar bû. Zarokê birîndar ji aliye xelkê derdorê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê.

Piştî mudaxeleya ewil H.E sewqî Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hat kirin û rakirin beşa lênerîna giran.

Bavê zarokê birîndar Hanîfî Eryilmaz ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku destê zarokê wî qut bûye, di lingê wî yê rastê û rûyê wî de birînên giran hene.

Eryilmaz anî ziman ku kurê wî demeke dirêj bi birîndarî li qadê maye û wiha got: “Tevî ku ev bûyer li kêleka baregeha leşkerî pêk hat jî kesî mudaxele nekir. Rewşa kurê min niha gelekî giran e.”