Malbata Şenyaşar: Ji xeynî edaletê tu rêyeke din tune

Malbata Şenyaşar: “Birîna bêedaletiyê ya li Rihayê hatiye vekirin, hêj jî xwîn jê diherike. Em ê nedin jibîrkirin û dev jê bernedin. Em ê nehêlin ji rojevê bikeve. An edalet an edalet. Ji bilî vê tu rêyeke din nîne”

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kiryaran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 505’an de jî domiya. Emîne Şenyaşar nexweş bû lewma nekarî beşdarî çalakiyê bibe lê kurê wê Ferît Şenyaşar di saaetên serê sibehê de hat pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi Nobeta Edaletê kir. 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Neheqî û bêedaletiya li mirovekî tê kirin, birînan di tevahiya civakê de vedike. Birîna bêedaletiyê ya li Rihayê hatiye vekirin, hêj jî xwîn jê diherike. Em ê nedin jibîrkirin û dev jê bernedin. Em ê nehêlin ji rojevê bikeve. An edalet an edalet. Ji bilî vê tu rêyeke din nîne.”