Li Girtîgeha Hewlêrê 52 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Girtîgeha Hewlêrê 52 girtiyên Behdînanê li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Li Girtîgeha Hewlêrê zext û pêkûtiyên li ser girtiyên Behdînanê her ku diçe zêde dibe. 52 girtiyên Behdînanê der barê zext û pêkûtiyan de ji Neteweyên Yekbûyî (NY), nûnerên welatan û raya giştî re nameyek şand.

Girtiyan di nameya xwe de diyar kirin ku li dijî binpêkirinên mafan ew dest bi greva birçîbûnê dikin û wiha gotin: “Em weke 52 girtiyên li Behdînan, rojnamevan, çalakvan û girtiyên girtîgeha çaksaziyê ya Hewlêrê, bi heman şêweyê girtiyên li Şeladizê biryar didin ku destbi greva birçîbûnê bikin. Greva me ya birçîbûnê bi daxwaza me ya serbestberdana bi şert a li gorî xala 331’emîn a qanûna cezayê ku mafê me yê qanûnî ye ve girêdayî ye. Lê belê dozger hewl dide me ji mafê me bêpar bike û ji sedan 25’ê qanûna ku di destê me de ye, me bêpar bike.”

Girtiyan bi domdarî wiha got: “Li girtîgehê tu mafê me yê qanûnî û demokratîk nîne. Em li ser daxwaza azadiya fikrî û mafên giştî hatine cezakirin. Hinek ji wan ji me jî ji ber dijberiya dagirkerî û bombebarankirina welatê xwe hatine cezakirin. Di demekê de Hikûmet rondikên tîmsahî ji bo qurbaniyên bombebarana Tirkiyê dirêjin.”

52 girtî, daxwaz dikin ku divê dadger bêalîbûna xwe biparêze û ji bo berjewendiyên partî û kesî mafên xwe paşguh neke.