Dîmenên dema dewleta Tirk çekên kîmyewî û qedexe bi kar tîne

Em dîmenên 14 êrîşên çekên kîmyewî û bombeyên qedexe yên ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên Parastinê yên Medyayê bikar anîne, pêşkêşî we dikin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê dike hedef 6 mehên xwe tije kir.

Artêşa Tirk a dagirker nekarî berxwedana gerîla bişkîne û serweriya xwe li Qadên Berxwedanê bike. Ji bo vê pêk bîne, bi bikaranîna çekên qedexe yên kîmyewî û bombeyan ên li gorî hiqûqa navneteweyî qedexe, bi hezaran carî sûcên şer kiriye.

Beşek ji van sûcan ji aliyê ajansa me ve hatin belgekirin. Lê hê jî saziyên ku ji astengkirina bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng in. Dewleta Tirk a ji vê cesaretê digire, sûcên xwe didomîne.

Li gorî dîmenên hûn dibînin; 3’yê Tîrmeha 2022’an  li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 teqînên cuda, 27’ê Hezîranê li Girê Cûdî, 15’ê Hezîranê li Girê Cûdî, 21’ê Hezîranê li Girê Cûdî 2 teqînên cuda, 24’ê Hezîranê û 2’yê Tîrmehê du teqînên cuda, 14’ê Tîrmehê bikaranîna bombeyên taktîk nûkleer û teqemeniyên bihêz ên ji aliyê dewleta Tirk ve di dîmenan de dixuyê.

Ev teqîn tenê ew in ku hatine tomarkirin.

Her wiha li Qada Berxwedanê ya Werxelê 19’ê Nîsanê gazên kîmyewî, 13’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cehenemê û 21’ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê FM dîmenên teqemeniyan hatine tomarkirin.

Di dîmenan de jî bi vekirî dixuyê ku ji ber bihêzbûna teqemeniyan kamereya ku bi kîlometreyan ji wir dûr jî diheje.