'Gelên Rojhilat û Îranê pişta xwe nadin ti hêzê; bi hêza xwe daxwaza azadiyê dikin'

Hevseroka KODAR'ê Gulan Fehîm anî ziman ku gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pişta xwe nadin ti hêzê, bi hêza xwe ji bo azadiyê têdikoşin û got, eger dewleta Îranê guh bibe gel, wê karibe pirsgirêkan bi rengekî demokratîk çareser bike.

Hevseroka KODAR'ê Gulan Fehîm li ser serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ANF'ê re axivî.

Gulan Fehîm destpêkê sekna gelê azadîxwaz û şoreşger silav kir, şehîdên azadiyê bi minetdarî bibîr tînin û soza serketinê da û got, "Demeke dirêje ku xwepêşandan dewam dikin. Bi hezaran mirov li seranserê cîhanê xwedî li vê berxwedanê derdikeve. Bi taybetî bi pêşengiya jinan li tevahiya cîhanê ji bo piştgirîdayîna xwepêşandanên li Rojhilata Kurdistanê û Îranê çalakiyên cur be cur têne lidar xistin. Em di serî de jin û hemû kesên ku di çalakiyan de cihê xwe girtine, bi rêzdarî silav dikin. Her wiha ji bo her kesê ku cihê xwe di nava vê pêvajoyê de girtine û erk dane ser milên xwe em sipasiya xwe pêşkêş dikin. Ji xwe tişta ku leyîqê jin û gel be ev sekn bû. Em di wê baweriyê de ne ku ev sekin wê bibe wesîleya têkoşînek bihêztir."

'YEKBÛNA GELAN MISOGERIYA SERKETINÊ YE'

Hevseroka KODAR'ê Gulan Fehîm destnîşan kir ku tişta dihêle serketin û berxwedana têkoşînê misoger bibe, yekbûna gelan e û wiha dewam kir:

"Me ev sekn bi taybetî di vê demê de dît. Xwepêşandanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkirin ev sekna berxwedêr û têkoşer a ku ji aliyê jin û gelan ve hate nîşandan, em dikarin bibêjin ku careke din hêviya azadiyê, wekheviyê, têkoşînê û hêviya jiyanek bi wate zindî kir. Ji bo vê em dibînin ku li her deverê cîhanê bi ruhekî zindî, kelecan û bi coş mezin, xwedîderketinek heye. Ji ber ku her kes azadiya xwe di vê sekna berxwedêr û têkoşer a gelê Rojhilat û Îranê de dibîne. Her kes heman daxwazê dike. Civak bi vê raperînê re serî li ber pergala desthilatdar radike. Ji bo vê têkoşînek hevbeş heye. Ev girîng û hêja ye."

'DIRÛŞMA JIN, JIYAN, AZADÎ ÎFADEYA FELSEFE, ÎDEOLOJÎ Û PARADÎGMAYA JIYANEKE NÛ YE'

Gulan Fehîm işaret bi kombûna jin û gelan a li dora dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' û v tespît kir: "Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' tenê li ser esasekî nehate berzkirin, ev dirûşm di heman demê de felsefe, îdeolojî û paradîgmaya jiyaneke nû îfade dike. Ji ber vê yekê her çendî raperîn bi daxwaza azadiya jinan destpêkiribe jî, di esasê xwe de raperîna daxwaza azadiya civakê ye. Lê tişta ku em îro li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dibînin, serketinek li ser esasê hemû civakê ye ango ev tê hedefkirin. Ev mijareke pir girîng e. Di heman demê de Bihara Ereban an jî Gelan ku di sala 2010-2011’an de li welatên Ereban destpê kir, bû sedema guhertinên pir girîng. Em îro heman tiştî di pêşentiya jinan de li Rojhilat û Îranê de dibînin. Wek tê zanîn di dawiya sala 2010’an de ciwanekî Tunisî xwe li beramberî desthilatdariyê şewitand.

Dibe ku kesek be, lê di encamê de beramberî desthilatdariyê bedena xwe da ber agir. Li dijî desthilatdariyê gel daxwaza azadiya xwe dikin û ji bo vê serî hil didin. Her çendî li welatên Ereban guhertinên pir girîng çêbibûn jî, ji ber di asta bingehîn de azadiya jin û civakê di nava xwe de negirt, heta cihek guhertinên pergalî çêbûn."

'XWEPÊŞANDANÊN VÊ CARÊ WÊ BIBIN SEDEMA GUHERTINÊN PIR GIRÎNG'

Hevseroka KODAR'ê Gulan Fehîm destnîşan kir ku di nava gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de zanebûneke pir kûr û dîrokî heye û got, "Lewma gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zanin ku daxwazek yekalî têrê nake. Ji bo vê bi rengekî giştî li seranserê Rojhilat, daxwaza gelan bi rengekî berfireh li ser esasê azadiyê bi pêş dikevin. Rejîma Îranê xwepêşandan û serhildanên ku di salên derbasbûyî de hatin kirin, karî biçewisîne û heta astekê jî encam girt. Lê di xwepêşandanên vê carê de, ji ber ku hemû neteweyên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi yek dengî têdikoşin û beşên civakê nerazîbûnên xwe li dijî rejîma Îranê tînin ziman, ev wê bibe sedema guhertineke pir girîng.

Gulan Fehîm wiha dewam kir, "Weke ku tê zanîn ew 40 salên derbasbûyî ên rejîma Îranê, ku bi îdeolojiyeke hişk li ser esasê zayendperestî, netewperestî û olperestiyê bi pêş ketiye, bûye sedem ku gelên Rojhilat û Îranê di pergalek bêedaletî bijîn. Ji bo vê hemû jin li seranserê Rojhilat û Îranê li ser piyan e, mamoste, karker, hunermend, rewşenbîr û heta xwendevan, hemû beşên civakê nerazîbûnên xwe tînîn ziman.

'CIVAK REJÎMÊ QEBÛL NAKE, LEWMA BI HEMÛ PÊKHATEYAN TEVLÎ BERXWEDANÊ DIBE'

Her wiha siyasetmedarên ku li beramberî rejîma Îranê têkoşiyan û encam negirtin, îro bi vê berxwedan û têkoşînê re carek din dixwazin van daxwazên xwe yên siyasî bînin ser ziman. Ji ber ku rejîma Îranê di asta siyasî de tu derfetek nehiştiye. Em dizanin ku rejîma Îranê bi 40 salên xwe yên derbasbûyî, her tim hewl da li ser hemû beşên civakê zextê bike. Her wiha li şûna ku çareseriyê ji daxwazan re bibîne, berevajî êrîş bir ser gelan. Ger îro hemû beşên civakê cihê xwe di xwepêşandanan de digirin, divê em bizanibin ku ev ji ber neqebûlkirina rejîma Îranê ye. Mînak jin, ciwan, karker, mamoste, xwendevan ji rejîmê nerazîne, mirov dikare bibêje di hemû beşên civakê de nerazîbûnek pir cidî li beramberî rejîmê heye."

Hevseroka KODAR'ê bi bîr xist ku dewleta Îranê careke din hewl dide van nerazîbûnan bi hêzên derve bide girêdan û bi vî rengî dixwaze êrîşên xwe yên li ser gel rewa bike.

'TÊKOŞÎNA HEYÎ GELEKÎ HÊJA YE, WÊ SERKETINÊN MEZIN BI XWE RE BÎNE'

Gulan Fehîm got, "Pêwîste em zanin, têkoşîna îro bi nerazîbûn û biryara azadiya gel hatiye vê astê. Lewma, gel îro bi wêrekiyeke pir mezin li kolanan têdikoşe. Gel dixwaze encamekê bi dest bixe û ji bo vê têkoşîna xwe didomîne. Lewma gelek berdêl hat dayîn. Lê gelê me zane ku tu serkeftin bê berdel nabe. Têkoşîna ku îro gel dide, pir hêja ye û wê bi xwe re serketinên pir mezin bîne."

'GELÊN ROJHILAT Û ÎRANÊ PIŞTA XWE NEDA TI HÊZÊ; BI HÊZA XWE TÊDIKOŞE'

Hevseroka KODAR'ê destnîşan kir ku mijara herî girîng a vê serhildanê jî ew e ku gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pişta xwe nedan ti hêzê û got, "Berevajî vê yekê pişta xwe da hêza xwe ya û li ser esasê zanebûna parastina xwe têkoşiya û çalakiyên xwe kir. Gel ti caran serî li rêbazên tund nedaye. Lê dema rejîma Îranê çareserkirina pirsgirêkan esas negre, gel li ser vê yekê ji bo ku bikaribe daxwazên xwe bide qebûlkirin, mafê xwe û azadiya xwe bi dest bixe, têkoşînek çawa pêwîst be li gor wê, wê têbikoşin. Asta têkoşînê, berxwedan û rêbazên çalakiya gel rewa ne. Eger rejîma Îranê li ser rêbazên çareseriyê sekînîba an jî nêrînên gel esas bigire, dikarin pirsgirêkên gel bi rengekî demokratîk çareser bikin.

Dewleta Îranê bi salan in ji bo yekîtiya gel xira bike, hemû rêbazan bikaranî. Lê îro em dibînin, hemû netewe dengê xwe gihandin hev. Gelê Azerî û Belûc piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd û Faris anî ziman. Ji bo ku di hemû qadan de piştgirî bidin hevdu, tevî êrîşan jî têkoşîneke pir bihêz li ser esasê yekgirtinê pêş xistin. Lewma, ger rejîma Îranê li ser esasê daxwazên gel guhertineke çêneke, gelê me wê li her derê berxwedana xwe bidomînin û têkoşîna xwe bigihînin serketinê. Lewma em dubare dibêjin, ev sekna gel a şoreşger ku bi dirûşma, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi pêş ketiye wê careke din bibe hêviya azadiya civakê. Em bibawerin ku têkoşîna gel, sekna gel a şoreşger, ne tenê ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê li ser esasê azadiya jin û civakê bi xwe re serketinekî mezin bîne."