HPG: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn. Çeperek û droneyek hatin îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di encama çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de çeperek û droneyek hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 16 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

15'ê Cotmehê saet di 02:50'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

15'ê Cotmehê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Sacayê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgrî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

15'ê Cotmehê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş ê Xakurkê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate îmhakirin.

15'ê Cotmehê saet di 17:30'î de li Xakurkê, dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan bûn hedefa çalakiya bi çekên giran a tîmên me yên bi tevger.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

15'ê Cotmehê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan, di encamê de 2 dagirker birîndar bûn.

15'ê Cotmehê saet di 16:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

16'ê Cotmehê sate di 08:20'î de drone li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê geriya. Tîmên me yên bi tevger droneyek anîn xwarê.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

15'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, çeperên şer ên li Şehîd Yûnûs 10 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

15'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 3 caran bi bombeyên qedexekirî û 3 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

15'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi dehan carî bi obus, tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

15'ê Cotmehê artêşa Tirk hewl da bi kepçeyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşînê. Di heman demê de ji herêma Sîdayê ber bi Qada Berxwednaê ya Şehîd Fedakar a li Çemçoyê dest bi çêkirina rêya dagirkeriyê kir."