Aydenîz: Heta dawiyê em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ji bo çareserkirina doza Kurdan divê Ocalan azad bibe û got “Em ê heta dawiyê ji bo vî tiştî têbikoşin.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ji bo çareserkirina doza Kurdan divê Ocalan azad bibe û got “Em ê heta dawiyê ji bo vî tiştî têbikoşin.”
Kongreya peywirdakirina Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a bajarê Îdirê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz pêk hat.
Aydenîz di vê civîna avakirina partiya bajêr de axivî û destpêkê rehmet ji karkerên li Bartinê mirine re xwest û got: “Serê malbatên karkeran sax be. Ev li dijî kedkarên madenê cînayetek e. Tevî hemû hişyariyan jî tevdîr nayên girtin û cinayet diqewimin.”
Aydenîz anî ziman ku Kurd di pêvajoyek zor û dijwar û girîng de derbas dibin û dê li tu deverê Kurd bêzar nebin û serê xwe li ber êrişan netewînin.
Aydenîz komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Ev komplo; Li dijî nirxên aştî, demokrasî û gelê Kurd hate kirin. Em komployê nas nakin û çi dibe bila bibe em ê şermezar bikin. Em baş dizanin ku bi komployê hewl tê dayîn li Rojhilata Navîn kîjan zîhniyet bi cih bibe. Çiqas mudaxele bikin jî em ê di salvegera komployê de daxuyaniyên xwe bidin. Yên ku komplo pêk anîne bila bizanibin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muzakerevanê sereke rêzdar Ocalan e. Ev hikûmet naxwaze doza Kurdan çareser bibe, ji bo vê jî operasyonên leşkerî û siyasî dimeşîne û tecrîdê kûrtir dike. Divê her kes bizanibe ku gelê Kurd û her kesên azadiyê dixwazin li dijî vê tecrîdê wê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku ne tenê Kurd, hemû cîhan felsefeya Ocalan ji xwe re mînak digire. Ji bo azadiya Ocalan li her aliyê cîhanê têkoşîn tê meşandin. Ji bo doza Kurdan çareser bibe divê Ocalan azad bibe. Em ê ji bo azadiya Ocalan heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
Aydenîz bal kişand ser binpêkirinên mafan û êşkenceya li girtîgehan jî û got: “Her roj xebera qetilkirina girtiyan ji girtîgehan tê. Girtîgeh veguherîne malên mirinê. Desthilatdara AKP-MHP’ê ji van mirinan berpirsiyar e.”
Piştî axaftina Aydenîz, Salîha Kotan û Mehmet Sekmen ji bo Hevserokatiya DBP’a Îdirê hatin peywirdarkirin.