HPG: Di nava 6 mehan 2346 dagirker hatin cezakirin, 10 helîkopter hatin îmhakirin

HPG'ê bîlançoya şerê 6 mehan eşkere kir. Li gorî vê yekê di encama 2256 çalakiyan de 2346 dagirker hatin cezakirin. 10 helîkopter, 2 tank û gelek wesayitên zirxî hatin îmhakirin. Di şer de 153 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de bîlançoya şerê 6 mehan ê navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Cotmehê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Êrîşa dewleta Tirk a mêtinger qirker a li ser eyaletên Zap, Avaşîn û Metînayê ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, şeş meh li pey xwe hişt. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji roja destpêkirina êrîşên dagirkeriyê û pê ve her bihosta xaka Kurdistanê ya ku dagirkeran gava xwe avêtin, kirin Qada berxwedanê û derbên giran li dagirkeran xistin.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku ji sînorên Kurdistanê bihuriye û veguheriye hêviya azadiyê ya gelên bindest, jin û ciwanan, di heman demê de bûye tirsa dilê hêzên mêtinger-serwer. Hewl tê dayin ku hêviya geşbûyî ya bindestan li Kurdistanê û di şexsê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de bê tunekirin. Li hemberî van êrîşên dagirkeriyê ku bi rê û rêbazên herî hovane û nemerdane têne kirin ku cihê wan di hiqûqê de nîne, hêzên me bi daxwaza azadiyê û bi îradeya bêhempa ya Apoyî bersiv dan qirker-mêtingeran. Şerê giran ê şeş mehan careke din rê dost û dijminan da ku gerîlayên azadiyê yên li ser xeta Apoyî şer dikin, têk naçin. Gerîlayên azadiyê yên xwe bi felsefeya Apoyî xemilandine, zanin ku parêzvanên destketiyên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye, lewma vê wezîfeya xwe ya dîrokî bêdudilî bi cih tînin. Hêzên me li ser vê bingehê di nava şert û zirûfên herî giran de, her wiha li gel kêmaniya derfetan jî bi rengekî bêhempa û bi heybet li ber xwe didin. Hevrêyên me bi enerjiya ku xwe ji îdeolojiya Apoyî xwedî dikin û dawî lê nayê, li her derê ji nişka ve derbên herî hişk li dagirkeran xistin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser bingeha Stratejiya şerê Gel ê Şoreşgerî bi afirîneriyeke mezin tatkîka şerê tunel-çeperan bi kar tînin, bi rêbaza şerê tîm ê pispor ku qadê bi hostatî bi kar tînin, di xeta serketinê de dimeşin.

Gerîlayên azadiyê ku ji Bakur heta bi Başûr li her qadê bi şarezayî şer dikin, li ser rêya serketinê ya ku fermandarên me yên fedaî yên nemir Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal nîşan dan, bêteredût dimeşin û careke din ispat kirin ku ti hêz nikare meşa me ya azadiyê bisekinîne. Dijmin her roj bi gotina 'Me li Bakur gerîla qedand, welê li wan hat ku nikare gavê jî biavêjin' derewan dike. Hevrêyên me bi ked, hewldan, îrade, baweriyeke mezin û taktîkeke serketî van derewên dijmin pûç kirin û li qada Bakur her di her firsendê de derb li dijmin xistin. Gerîlayên Bakur li hemberî her cûre şerê psîkolojîk û taybet ên dijmin, li gel îstîxbarat û teknîka dijmin bi îradeyeke mezin li ber xwe dan û dijmin pûç kirin. Fermandarên YJA Starê hevrê Dîcle, Dîren û Adar ku li eyaleta Amedê bi lehengiyeke mezin li ber xwe dan û bi ruhê xwe yê berxwedanê nîşan dan ku li gerîla li Amedê çiqasî qewîn e û têk naçe. Mîna li berxwedana Cûdî, li Bestayê jî berxwedana bi lehengî ya hevrê Dijwar û Yûsûf raxist pêş çavan ku kevneşopiya berxwedanê ya Botanê îro jî bi xurtî tê temsîlkirin. Sekna bi lehengî ya hevrê Aso Dîren û Evîn Rêber a li Geverê, karakterê berxwedêriyê ya jinên Kurd a di vê demê de bi hêztir kiriye. Her wiha li Omerya ya Mêrdînê li dijî hêza artêşê û teknîka mêtingeriyê ya qirkeriya Tirk, berxwedana lehengî ya hevrêyên me Xebat û Zana ku 3 rojan bi destanî li ber xwe dan, dijmin bêçare hiştin. Dijmin nekarî van herdu hevrêyên me tasfiye bike, hevrêyên me piştî ku cebilxaneya wan qediya bi fedaîtiyeke ji kevneşopiya Apoyî bi rûmeta şoreşgerî şehadeta xwe pêk anîn û bersiv dan dijmin. Artêşa Tirk a dagirker ku bi bikaranîna her cûre derfetan, bi amûrên bejahî û hewayî yên îstîxbaratê dixwaze li ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê serwer bibe. Eşkere bû ku dema gerîlatiya modernîteya demokratîk bê bicihanîn, wê ev armanca artêşa Tirk a dagirker li her derê bê têkbirin. Pratîka li Botan, Amed û Mêrdînê bi şênberî raxist pêş çavan ku gava rê û rêbaza gerîlatiya serdema nû bi hostatî hate bikaranîn, derbên mezin dikare li dijmin bê xistin.

BI BOMBEYÊN QEDEXEKIRÎ Û ÇEKÊN KÎMYEWÎ 2476 ÊRÎŞ HATIN KIRIN

Artêşa Tirk a dagirker ku ji 14'ê Nîsana 2022'an dema destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ya li ser Zap, Avaşîn û Metînayê û vir ve li hemberî berxwedana hevrêyên me yên bi wêrekî û fedakariyeke mezin şer dikin negihîşt armanca xwe û derbên giran xwar, bi balafirên şer, bi helîkopterên êrîşê, bi obus, hawan, tank û topan bi deh hezaran carî êrîş kir. Artêşa Tirk di vê demê de ji PDK'ê piştgiriyeke xurt wergirt, her wiha cerdevan-çeteyên ji Bakurê Kurdistanê û Sûriyeyê peyda kir bi rengekî çalak di vî şerî de bi kar anî. Tevî teknîka li ber destê xwe her wiha çek û derfetên şer ên NATO'yê hemû seferber kir, bi vî rengî bi deh hezaran carî êrîş kir. LLi gel vê yekê jî li hemberî berxwedana dîrokî ya hevrêyên me nekarî encama dixwaze bi dest bixe. Dewleta Tirk a sûcdarê şer, ku li hemberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xitimî, li pêş çavên tevahiya cîhanê çekên kîmyewî û bombeyên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin bi kar anî û bi wan êrîş bir ser Qadên Berxwedanê. Hêzên me di nava şerê giran de bi derfetên gelekî kêm ev sûcên şer bi belge kir û pêşkêşî raya giştî kir. Lê belê ji raya giştî ya navneteweyî helwesteke xurt a dijber nehate nîşandan, lewma jî artêşa Tirk bi hêza ji vê xemsariyê wergirtî êrîşên nemerdane, tirsonekî roj bi roj zêde kir ku cihê van êrîşan di hiqûqa şer û exlaqa mirovahiyê de nîne. Ji destpêkirina êrîşên dagirkeriyê û vir ve di nava 6 mehan de li Qadên berxwedanê 2476 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş bir ser tunel û çeperên şer û sûcê şer kir.

DI ENCAMA 2256 ÇALAKIYAN DE 2346 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Li gel van êrîşan hemûyan, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê fedaî yê Apoyî û wêrekiya mein bi rêbazên kemîndanîn, serdegirtin, sabotaj, sekvanî, çekên giran, şer, çalakiyên koordîneyî yên gerîla, hêzên parastinê yên hewayî û operasyonên şoreşgerî 2256 caran çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de rê û rêbazên gerîlatiya serdema nû li ser bingeha gerîlatiya modernîteya demokratîk bi hostatî bi cih hatin anîn, êrîşên dijmin ên bi teknîkê bi giranî hatin pûçkirin û 2346 dagirker hatin cezakirin. Fermandariya şer û medya şerê taybet a dewleta Tirk bi derew û senaryoyên sexte hewl didin gelên Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê bixapînin. Lê belê dîmenên çalakiyan ên ku gerîla bi derfetên gelekî biçûk kişand û pêşkêşî raya giştî kir, rastiya derewîn a şerê taybet ê Tirk raxistin pêş çavan.

153 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Bi saya fedakarî û ruhê fedaî yê gelekî mezin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a sûcdarê şer, planên qirkirina gelê Kurd hatin astengkirin. Ev berxwedan di heman demê de li hemberî rejîma AKP-MHP'ê ya ku dixwaze pêleke faşîzmê li herêmê rake, bû sekna azadî û demokrasiyê bi navê gelên herêmê. Rabûna li ber van êrîşên dewleta Tirk a mêtinger qirker ku xwe bi temamî dispêre teknolojiya pêşketî û hêza hewayî, tenê bi baweriya xurt a ji îdeolojiya Apoyî, biryardariya li ser serketinê ya li ser xeta şehîdan, bi eşqeke mezin a li azadiyê dibe. Di şerê 6 mehan de 153 hevrêyên me di nava berxwedana herî bi heybet a dîrokê de sekneke bêhempa nîşan dan, kirin ku dijmin windahiyên herî giran ên dîroka xwe bidin û gihîştin şehadetê. Bi pêşengiya hevrêyên me Nûrî Mizgîn, Rohat, Şaristan, Mahîr, Bager, Avzem, Dogan, Nalîn, Guven, Zamanî, Ronahî, Helbest, Fedaî, Siyabend, Berfîn û Mêrdîn de em hemû şehîdên xwe yên destaneke lehengî afirandin bi rêz û minet careke din bi bîr tînin. Em soz didin ku li ser bingeha xeta şehîdan berxwedanê xurtir bikin û bîranîna şehîdên me yên ezîz bi serketinê tacîdar bikin.

BÎLANÇOYA ŞERÊ 6 MEHAN

Bîlançoya şerê şeş mehan ê navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Cotmehê wiha ye:

Çalakiyên ku ji aliyê hêzên me ve hatin lidarxistin;
– Bi rêbazên kemîn, serdegirtin, sabotaj, sekvanî, çekên giran, şer, çalakiyên koordîneyî yên gerîla, hêzên parastinê yên hewayî û operasyona şoreşgerî 2256 çalakî hatin lidarxistin.

Encamên çalakiyên hêzên me;
– 2346 dagirker hatin cezakirin; 12 jê kontra, 17 jî leşkerên payebilind bûn.
– 310 dagirker birîndar bûn.

Bi qasî ku hêzê me tespît kirin, di serî de Qadên berxwedanê Herêmên Parastinê yên Medyayê;
– 3491 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 4197 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
– Çeper û tunelên şer ên hêzên me 2476 caran bi bombeyên di asta navneteweyî de qedexekirî ne (bombeya fosfor, bombeya termobarîk, bombeya taktîk nukler) û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Çek û alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin;
– 10 çekên MPT-55
– 4 çekên AK-47
– 3 çekên G-3
– 3 çekên bombeavêj
– 2 çekên M-16
– 2 çekên HK-416
–  Çekek BKC
– Çekek Roketavêj a B-7
– Çekek MPT-66
– 4 Debance
– 4 Fîşekên Bombeavêjê
– 848 fîşekên M-16 û BKC
– 18 bombeyên destan û gelek bombeyên mij
– 4 êlekên êrîşê (Pola)
– 4 Mertalên Pola
– 2 Rext
– 9 Şarjor
– 7 Dûrbînên Şev/Roj
– 3 Dûrbînên Termal
– 3 Amûrên Destnîşankirinê yên Lazerê
– 2 Amûrên Lazerê yên li ser Çekê
– Kamerayeke Termal
– Dûrbîneke Lazerê
– 4 Sîstemên Kamera yên Mobesse
– 3 Kamerayên Serî
– Sîstemeke Radarê ya dikare bê hilgirtin
– 24 Kg Teqemenî
– 4 Mayin
– Cîhazeke teqandina mayinê
– Dedektoreke mayinê
– 6 Telefonên destan
– 3 Cîhazên Ragihandinê
– Paneleke Enerjiya Rojê
– Pûsûlayek
– 4 Kêr (Kasatûra)
– 6 Çenteyên Leşkerî
– 2 Kumên Leşkerî
– 2 Kask
– 9 Fener
– 2 Amûrên UPS ên Veguherandina Enerjiyê
– Çavkaniyeke Enerjiyê
– 2 Korteks, TNT, C3
– Parçeyên Sîstema Kamera ya Mobesse

Amûr û alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin;
– 7 Helîkopterên Skorsky
– 3 Helîkopterên Êrîşê
– 2 Tank
– 17 Wesayitên Zirxî-Leşkerî
– 4 Kepçe
– 57 Sîstemên Kamera yên Mobesse
– 49 Drone
– 7 Radar
– 5 Kamerayên Termal
– 2 Teleskop
– 3 Cîhaza Tevlîhevkirina Sînyalê (Jammer)
– 3 Sensorên Tevgerê
– 2 Cîhazên Guhdarîkirinê
– Fotokêşek
– 1 Konteynir
– 91 Çeper
– 24 Konên Leşkerî
– Kamelyayek
– Sîstemeke Veguhastina Gaza Kîmyewî
– Cebilxaneyek
– 5 Çekên A4
– 2 Çekên BKC
– 120 Kg Teqemenî
– 7 Amûra Teqandinê
– Çepereke A-4
– 2 Xefikên Çeka Kîmyewî
– 2 Aspîrator
– Bombeavêjek

Wesayitên leşkerî yên ku hêzên me derb li wan xistin;
– 43 Helîkopterên Skorsky
– 32 Helîkopterên Êrîşê
– 18 Çeper
– 12 Drone
– 9 Kepçe
– 4 Wesayitên Leşkerî yên Zirxî
– 3 Konên Leşkerî”