'Iraqê serweriya xwe ji dest daye'

Çavdêrê siyasî Hesen Baram bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser serweriya xaka Iraqê û têkdana ewlehiya herêmê û got: "Ew parçebûna li nava Iraqê rê ji êrîşên herêmî û navdewletî re vedike. Iraqê serweriya xwe ji dest daye."

Nakokî û krîzên siyasî û civakî yên li nava xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê rê li ber êrîşan û destwerdanên navxwe vedike.

Piştî krîzên avanebûna hikûmeta Iraqê ya salek li pey xwe hişt, bi hilbijartina li Parlamentê Dr. Letîf Reşîd bû Serokkomar û li bendê ye fermanê bide Mihemed Şiya Sûdanî ku ji aliyê Çarçoveya Hemahengî ji bo serokwezîrtiyê weke namzet hate nîşandan, ji bo hikûmeta nû ava bike.

Nivîskar û çavdêrê siyasî yê Başûrê Kurdistanê Hesen Baram li ser rewşa Iraq, êrîşên berdewam ên Tirkiye û Îran ên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê, dîsa destwerdanên navdewletî yên li ser siyaseta Iraqê ji ANF’ê re axivî.

Baram anî ziman ku li Iraqê gelek nakokî û astengî hene, ji bo wê girîng e ku Kurd di vê demê de zane yekîtiya xwe çêbike, ji bo karibe di nava vê gengeşe û aloziyan de encameke baş bigire.

Nivîskar Hesen Baram diyar kir ku ji ber çêkera neteweyî ya Iraqê di dîrokê de heta roja îro tim nakokî heye û destnîşan kir ku dibe ew rengdana dîrokî bandorê li ser rewşa îro jî dike. Baram got: “Li gel pirengiya Iraqê ya warê ol, netewe û mezhebî bandor li proseya siyasî kiriye, vê jî wisa kiriye di warê siyasî de Iraq bitevize."

Baram bal kişand ser hilbijartina serokkomariya Iraqê û hêviyên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêkên li Iraqê yê di vê qonaxê de û wiha domand: "Hêvî dikim aliyên siyasî dawî li nakokiyên xwe yên navxwe bînin. Nakokiyên li Iraqê gihaye asteke tund, li gel vê jî destwerdanên herêmî û navdewletî jî wisa zêde bûye. Sedemê van tevan jî Iraqê serweriya xwe ji dest daye."

Nivîskar û çavdêrê siyasî Hesen Baram li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Îranê jî got: "Pirsgirêk ew e ku li Iraqê serwerî nemaye. Bi rengekî Îran ketiye nava xaka Iraqê, Tirkiye jî beşek ji xaka Iraqê dagir kiriye. Heman demê Emerîka jî esmanê welat kontrol dike. Di vê rewşê de bi kêmanî 3 welatên cîhanê û dîsa herêmî bi vekirî hebûna wan hem leşkerî û hem jî siyasî li ser xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê heye. Di vê rewşê de ji ber Iraq nikare van hêzan derbixe û welatî jî ketine bin bandora pirsgirêk û nakokiyên navxwe, ji bo wê nikarin van hêzan derxînin derveyî welatên xwe. Ji ber ew parçebûna li Iraqê heye, nikare pêşiya êrîşên herêmî û navnetweyî bigire."