Li Berwariya Sêrtê komên kontrgerîla digerin

Hate diyarkirin li bejahiya Berwariyê ya Sêrtê komek cerdevan, xebatên kontgerîla dikin û li ser gundiyan zextan dikin.

Hate îddîakirin li gundên Hêşêt, Bestê, Korîç, Heçkanîs, Serxanîs û Nûreşîn ên Berwariya Sêrtê kontgerîla digerin. Tê diyarkirin li vê herêmê qereqola jendirmeyan a Hêşêtê jî heye û cerdevanên li Berwariyê vê xebata kontrgerîla dikin.

Li gorî îddîayan 22 cerdevan ji sala 2018’an û vir ve kincên gerîla li xwe dikin û bi komî li gundan digerin.  Hate diyarkirin ajovanên dolmîşan Ş.A. û M.A. van cerdevanan tînin herêmê û ev cerdevan li gundan pêşniyaza ‘hevkariyê’ li mirovan dikin. Hate hînbûn di 3 salên dawîn de ji ber vê xebata kontgerîla 40 gundî hatine destgîrkirin û sûcdariya ‘alîkarî dane rêxistinê’ li gundiyan tê kirin.

Gundiyekî li herêmê diyar kir cerdevanên bi Kurdî diaxivin, herî dawîn di 7’ê Tebaxê de hatine gundê Hêşêtê û ji bo 15’ê Tebaxê ‘alîkarî’ xwestine. Vî kesî diyar kir ku ji bo ‘piştgiriyê’ pêşniyaza pere li gundiyan hatine kirin.

Gundiyekî ku piştî hatibû destgîrkirin dûre hatibû berdan diyar kir di sala 2022’an de ev xebatên kontgerîla zêde bûne û got “Ji ber vê rewşê em bi fikar in. Ji ber ku ev der herêmeke welatparêz e, xefkên wisa tên danîn. Ji bo sîxuriyê hewldan jî tê kirin. Li ser hemû gundiyan gef hene.”