Gefa 'Erdogan' li xebatkarên şaredariya Bismilê hate xwarin

Hate hînbûn ku Midûrê Çavkaniyên Mirovî Denîz Kaya ku li Şaredariya Bismilê ya ku desthilatdariyê desteser kir û ew wekî qeyûm tayînî wir kir, bi gefxwarinê hewl da xebatkaran bişîne mitînga Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan.

Di sala 2019'an de qeyûm tayînî şaredariya Bismilê ya ku yek ji navçeyên Amedê ye, hat kirin.

Derket holê ku midûrên bi qeyûm re dixebitin bi gef û şantajê zextê li xebatkaran dikin.

Hate hînbûn ku zext li xebatkarên şaredariyê hatiye kirin ku biçin mitînga Qada Îstasyonê ya Serokomarê Tirkiyê ku dihat payîn roja şemiyê li Amedê bibûya, lê ji ber teqîna li Bartînê bernameya xwe betal kiriye, bibin.

Hat ragihandin ku eger xebatkar beşdarî mitîngê nebin, gefa wê ji kar bên avêtin hatiye xwarin.

Hate hînbûn ku çavkaniya van gefan Midûrê Karên Mirovan a Şaredariya Bismilê Denîz Kaya ye.

Kaya bi gotina, “Hemû personel dê beşdarî mîtînga ku Serokkomarê me roja Şemiyê li dar bixe, bibin. Dê anketa navan bê kirin. Personelên ku tevli mîtîngê nebin ger bên tespîtkirin dê ji kar bên avêtin” gef li xebatkaran xwariye.