Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Abdullatîf Reşîd pîroz kir.
Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Tevî ku salek li ser hilbijartinê re derbas bû her çendî serokkomarî bi derengî ji aliyê parlementoyê ve hatibe hilbijartin jî, em vê yekê girîng û baş dibînin. Ji ber hilbijartina rêzdar Dr. Abdullatîf Reşîd a ji bo erka Serokkomariyê ji dil û can pîroz dikin û di karê wî de serketinê dixwazin. Hêviya me ew e ku rêzdar Letîf Reşîd hem ji bo gelê Iraqê û hem jî gelê Kurd ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan ên bi rêyên demokratîk sûdên mezin bide.
Rêzdar Abdulletîf Reşîd ê ji bo azadiya gelê Kurd xwedî kedeke mezin, ji aliyê gelê Kurdistanê ve tê heskirin, rêz ji bo wî tê nîşandan, kesayetiyeke bi nirx e. Gelê Kurd; wî weke kesekî xwedî hestê welatparêzî, ji bo azadiya gelê Kurd xizmet kiriye, rewşenbîr û kesayetiyeke ku ji bo têkoşîna azadiyê sûdên mezin dayî nas dike. Dr. Letîf Reşîd ji bo erka serokkomariyê hate hilbijartin vê jî da nîşandan ku ji aliyê hemû gelên Iraqê ve xwedî kesayetiyeke bi nirx e. Bê şik û guman Dr. Letîf a ji bo erka serokkomariyê erk û berpirsiyariyên mezin dane ser milan, bendewarî jî hene. Em dixwazin bendewariyên xwe yên ku wê rêzdar Dr. Letîf Reşîd hem ji bo gelê Kurdistanê û hem jî ji bo gelên Iraqê xizmeteke mezin bike tînin ziman. Em Tevgera Azadiya Kurd serketinê di karê wî de serketinê dixwazin û didin nîşandan piştevaniya we jî dikin.
Ê yekem erka Serokkomariyê girt ser milê xwe rehmet lê be Mam Celal Telebanî bû. Mam Celal tevahî jiyana xwe ji bo yekîtî û têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê da. Piştî weke serokkomarê yekem ê Iraqê hate hilbijartin û şûnde, li Iraqê kedek girîng kir. Dr. Abdulletîf Reşîd jî weke Mam Celal hem ji bo gelê Kurdistanê xizmetên mezin kiriye, hem jî bi hilbijartina serokkomarê Iraqê re ji bo çareserkirina pirsa gelê herêmê ya bi rêya demokratîk, da nîşandan ku wê bibe xwedî hewldan. Jixwe rêzdar Reşîd, Mam Celal ji nêzîk ve dinase, dostanî kiriye û bi hev re kar kirine.
Gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî ya welê de ye ku qedera wê nîşan bide. Di vê têkoşîna dîrokî ku berdêlên giran tê dayîn de, encamê gelê me destkeftiyên mezin bi dest xistiye, di nava yekîtiyeke demokratîk ku bi temamî azadiya xwe bi dest bixe, gihaye wê qonaxê ku bi gelên Rojhilata Navîn re bi hev re jiyanek ava bikin. Bendewariyên gelê Kurdistanê ew e ku; gihiştina serketinê ya vê têkoşînê, her kes bi berpirsyar tevbigere, sûdê bide vê. Em di wê hêviyê de ne ku rêzdar Dr. Abdulletîf Reşîd ê xwedî hestên welatparêziyê û girêdayî têkoşîna azadiya gelê xwe, wê bikeve nava hewldanên ji bo bendewariyên gelê Kurdistanê bibe bersiv, bi xebatên ku bike, sûdeke mezin bide doza azadiya gelê Kurdistanê.
Hem gelê Iraqê û hem jî herêmê ji kesayetên ku erkên siyasî hildane ser milê xwe bendewarî hene. Hem gelê Iraqê û hem jî herêmê pirsgirêkên cidî hene. Hewldana ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û sûddayîna ji bo çareseriyê gelekî girîng e. Hêzên dagirker û mêtinger, dixwazin hem li Iraqê û hem jî li Rojhilata Navîn serweriya xwe zêde bikin, ji bo destxistina xetên siyasî û aborî, nêzîkatiyên mezhebî û mezhebî pêş dixe, bi vî rengî dixwazin pirsgirêkan kûr bike. Pirsgirêkên Iraq û Rojhilata Navîn enceq bi demokratîkbûnê çareser dibe.
Dewleta Tirk a dagirker-qirker ku dev ji hişmendiya înkar û îmhayê bernade, ji bo tepisandina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, qirkirina Kurdan, li her derê êrîşan dike. Di vê çarçoveyê de êrîşî Başûrê Kurdistanê û Iraqê dike, dixwaze bigihêje hedefên xwe yên Mîsakî-Millî. Dewleta Tirk ketiye gelek deverên Başûrê Kurdistanê, dagir kiriye. Dixwaze vê dagirkeriyê kûrtir bike. Ji ber ku armanca dewleta Tirk dagirkirina Kurdistanê ye, qira Kurdan bîne; gihiştina sînorên Mîsakî-Millî li herêmê serweriya xwe dane. Êrîşkariya dewleta Tirk esasê xwe êrîşkariya li ser serwerî û yekîtiya demokratîk a Iraq û Başûrê Kurdistanê ye. Em Tevgera Azadiya Kurd, ji bo parastina gelê Kurdistanê û azadiyê pêk bînin, li dijî vê hêza dagirker û mêtinger di nava têkoşînê de ne. Bendewariya me û gelê me di serî de ji Serokkomarê Iraqê û dîsa rêveberên Iraqê li dijî vê siyaseta Nû-Osmanî ya dewleta Tirk a dagirker û qirker ya dixwaze gelê herêmê stûxwar bike, dike hedef bibe xwedî helwest û li ber rabe.
Careke din bi boneya hilbijartina serokkomariyê rêzdar Dr. Abdullatîf Reşîd pîroz dikin. Hêvî dikin ku ev erk ji b Kurdistan, Iraq û herêmê girîng be, hem ji bo pirsgirêkên gelê Kurdistanê û herêmê sûd bide.”