KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rêbîn Sine li ser gora xwe hat bîranîn
Çalakê siyasî û welatparêzê Rojhilatê Kurdistanê Rêbîn Sine di salveger yekem a qetilkirina xwe de li Silêmanî li ser gora bi merasîmekê hat bîranîn. Di merasîmê de hate gotin ku qetlîam wê wan netirsîne û ewê têkoşîna xwe bidomînin. -
Li Miksê darên gûzan tên birîn û firotin
Li navçeya Miksê ya Wanê darên gûzan yên 300 salî tên birîn û firotin. -
Ji girtiyên PKK û PAJK‘ê daxuyaniya 14’ê Tîrmehê
Girtiyên PKK û PAJK’ê derbarê salvegera 40’emîn a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek dan û gotin: “Dîroka berxwedanê ya PKK’ê vîneke ji pola, vîneke ku tu car naşike û bi bin nakeve daye avakirin. Ev, îro li Zap, Metîna û Avaşînê şênber e.“ -
KCK’ê sersaxî ji malbat, hevrê û heskiryên Kerîm Ehmed re xwest
KCK’ê bi peyamekê sersaxî da heskirî, hevrê, xizm û malbata sekreterê berê yê Hizba Şûî Kerîm Ehmed û destnîşan kir ku mîrasê şoreşgerî ya Kerîm Ehmd wê di dîroka gelê Kurd û gelê Iraqê de zindî û ronî bimîne. -
Polîsên Tirk li fûareke li Dersimê dest danî ser du pirtûkan
Polîsên Tirk, di fûara pirtûkan a ji aliyê Şaredariyê Dersimê û YAYKOOP’ê ya li Dersimê hat lidarxistin de dest danî ser du pirtûkan. -
Çalakiyên ji bo silavkirina Roja Rûmetê ya Neteweyî: 11 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên ji bo silavkirina Roja Rûmetê ya Neteweyî ya 14'ê Tîrmehê de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn. Her wiha derb li kepçeyeke dagirkeran hate xistin. -
Nobeta malbata Şenyaşar îro wê li girtîgeha Xarpêtê dewam bike
Malbata Şenyaşar wê îro nobeta xwe li ber Girtîgeha Xarpêtê dewam bike, ku Fadil Şenyaşar lê dîl tê girtin. -
'Heta girtî neyên berdan em ji qadan naçin'
Malbatên girtiyan ên li Amedê li Nobeda Edaletê dewam dikin, gotin: "Heta girtiyên nexweş û înfaza wan şewitandî neyên berdan em ê li qadan bin." -
Polîsan nehiştin Alî Çîçek were bîranîn
Polîsan nehiştin ku Alî Çîçek ê ku di Berxwedana Rojiyê Mirinê ya Mezin de şehîd bûbû were bîranîn. -
Dîmenê çalakiya gerîla ya li Girê Amediyê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Girê Amediyê weşand, ku di 6'ê Tîrmehê de hate lidarxistin û 13 dagirker lê hatin cezakirin. -
Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
Nameyên rojnamevanên girtî Serdar Altan, Mehmet Alî Ertaş û Zeynel Abidin Bulut hatin desteserkirin. -
Li 3 gundên Xîzanê qedexeya derketinê
Li 3 gund û gundikên Xîzanê 2 rojan qedexeya derketina derve hate ragihandin. -
HBDH'ê berxwedêrên rojiya mirinê bi bîr anî
Komîteya Rêveber a HBDH'ê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmeha 1982'an û Greva Birçîbûnê ya Bêdem a 1996'an bi bîr anî. -
Malazgîrt: Dagirker wê hesabê her gav û êrîşê bide
Yek ji Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt got “Dijmin bêyî berdêl wê nekeve tu derê. Wê hesabê her gava xwe bide. Dema ku şer dirêj bibe wê şîddeta vî tiştî jî zêde bibe.” -
Ev serpêhatî çîroka Rustemê Kamyaran e
Li çiyayên Kurdistanê çîrokeke nû ya lehengiyê li dîrokê hate nivîsandin. Ev çîrok çîroka Rustemê Kamyaran e ku li gundekî herêma Kamyaran a Rojhilat ji dayik bû. -
4 şehîdên nemir ên berxwedana 14'ê Tîrmehê
Di berxwedana dîrokî ya 14'ê Tîrmeha 1982'an de ku gelê Kurd jê re 'Roja Rûmetê' dibêje, kadroyên pêşeng ên PKK'ê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz şehîd bûn. -
PDK rojnamevana Hollandî Geerdink dersînor dike
Hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê ve rojnamevana Hollandî Frederike Geerdink a ku dixwest ji Hewlêrê derbasî Rojava bibe asteng kirin û niha jî dersînor dike. -
Dewleta Tirk li Mûsilê bi helîkopteran êrîşî 2 malan kir
Li navçeya Başîka ya Mûsilê helîkopterên dewleta Tirk a dagirker êrîşî 2 malan kirin. -
Di nava 48 saetan de 5 kolber birîndar bûn
Di 48 saetên derbasbûyî de li ser sînorê Bane 5 kolber ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve birîndar bûn. -
HPG: 3 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên tîmên bi tevger de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek û mobesseyek hate rûxandin. Derb li helîkoptereke êrîşê û kepçeyekê hate xistin. -
Malbata Şenyaşar: Yên li ber bêedaletiyê ranabin wê winda bikin
Malbata Şenyaşar ku 492 roj in nobeta edaletê didomîne got, "Yên ku li hemberî qîrînên ji bo edaletê yên ji her aliyê welat bilind dibe bêdeng dimînin, wê winda bikin." -
Malbatên Girtiyan: Dinya bi dor e!
Malbatên girtiyan ên li Amedê li Nobeta Edaletê dewam dikin, gotin: "Em zilma dewletê qebûl nakin." -
Şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li wargeha Mexmûrê hatin bîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Durmûş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek di 40’emîn salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn. -
Rêberê Kurd ê bi nemerdane hate qetilkirin: Dr. Qasimlo
Yek ji rêveber û dîplomatê gelê Kurd Doktor Ebdulrehman Qasimlo berî bi 33 salan dema li ser maseya danûstandinê ya aştiyane bû, ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate qetilkirin. -
NPG: Li ser şopa berxwedêrên 14'ê Tîrmehê em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin
NPG: Em soza xwe dubare dikin ku li ser şopa şehîdên xwe yên Berxwedana 14'ê Tîrmehê bimeşin ku weke sekna bi rûmet û mirovahiya mezin bûn sembol. Em ê têkoşîna xwe ya azadî û hebûnê bi serketinê tacîdar bikin û armancên şehîdan pêk bînin.