Kîno: Hêzên çep-sosyalîst divê li ber tecrîdê rabin

Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Îsmaîl Kîno destnîşan kir ku divê hêzên çep û sosyalîst li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Parêzer û malbata wî her hefte ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, lê belê daxwaza wan tê redkirin. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan bandoreke giran li ser jiyana siyasî, civakî û fînansî jî dike.

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Îsmaîl Kîno li ser bandora tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Kîno diyar kir ku gelê Kurd û gelên Kurdistanê Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan ji bo xwe weke hişekî dibînin û anî ziman, hêzên hegemon û hevkarên wan ên xwecihî bi teslîmkirina Ocalan a ji bo Tirkiyeyê xwestin ku tevgera Kurd biqedînin û hişê Kurdistanê ji holê rakin.

KURD RASTIYA ABDULLAH OCALAN JI BÎR NAKIN

Kîno bi vî rengî dewam kir, "Piştî ku Birêz Ocalan bi komploya navneteweyî hate girtin û li Îmraliyê hate zindanîkirin, PDK weke nûnerê Kurdan pêşkêş kirin. PDK a ku ti eleqeya xwe bi Kurdîtiyê re nîne, ji aliyê Kurdan ve weke nûner nehate dîtin. Yanî bi felsefeya Birêz Ocalan tevgeriyan û hewl dan paradîgmaya wî pêk bînin. Gelê Kurd ne gelekî welê ye ku rastiya Birêz Abdullah Ocalan ji bîr bike. Ji ber ku Birêz Ocalan gelê Kurd ji asta tunebûnê gihand nava gelên cîhanê yên azad. Her wiha ji bo gelên Rojhilata Navîn têkoşiya û hewl da ku wan jî ji nû ve bîne gel hev, jiyaneke bi hev re biafirîne."

MASKEYÊN LI RÛYÊ HÊZÊN HEGEMON TÊNE XWARÊ

Kîno işaret bi fêhmkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku divê ji bo şikandina tecrîdê gav bêne avêtin. Kîno got, "Ne tenê gelê Kurd her wiha divê rewşenbîr, demokrat, şoreşger, jin, lîberal jî ji bo şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan hewl bidin. Ya girîng ew e ku di dema rast de li hev kom bibin, aliyên xwe yên cuda yên îdeolojîk bidin aliyekî û bi hev re tevbigerin. Ji ber ku maskeyên li ser rûyê hêzên hegemon dikevin xwarê. Cîhan êdî baş zane ku Birêz Ocalan çima girtî tê hiştin."

ÊRÎŞA LI SER KURDAN ÊRÎŞA LI SER ROJHILATA NAVÎN E

Kîno ragihand ku divê her kes fêhm bike, tecrîdkirina Abdullah Ocalan polîtîkayeke li dijî rastiya Kurdan e û axaftina xwe bi vî rengî qedand: "Siyaset û siyasetmedarên Kurd divê şert û mercên tecrîdê bibînin. Kûrkirina tecrîdê ne tenê polîtîkaya AKP-MHP'ê ye. Di heman demê de polîtîkaya ji bo bêstatu hiştina Kurdan e. Dixwazin paradîgmaya Birêz Ocalan bifetisînin. Lewma girîng e hêzên çep-sosyalîst jî vê bibînin û li gorî vê yekê têbikoşin. Ji ber ku her êrîşa li ser rastiya Kurdan êrîşeke li ser gelên Rojhilata Navîn e."