Viyan: Ji bo azadiyê divê serhildan dewam bike

Endama Koordînasyona KJAR'ê Peyman Viyan destnîşan kir ku eger Îran bersivê nede daxwazên jin û gelan dibe ku hilweşe û got, "Helwesta serhildanê divê dewam bike."

Endama Koordînasyona KJAR'ê Pyeman Viyan li ser serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ANF'ê re axivî.

Xwepêşandên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin, mehek li pey xwe hiştin. Jinan pêşengî ji vê pêvajoyê re kirin. Hûn vê pêvajoya ku li dora dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bi rê ve diçe, çawa dinirxînin?

Pêvajoya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve destpê kir, bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û tevahiya cîhanê dewam dike. Di nava meha derbasbûyî de bi pêşengiya jin û ciwanên gelê me li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê berxwedaneke bi heybet hate kirin û ev berxwedan hîn jîd ewam dike. Gel di nava vê mehê de peyameke wiha da; heta ku em azadiya xwe bi dest nexînin em ê nesekinin. Yanî di azadiyê de bi biryar e û nîşan dide ku ji bo azadiyê amade ye her berdêlî bide. Gelê me ji bo daxwaza azadiyê dakete qadan. Di vê oxirê de berdêlên mezin dide. Destpêkê vê bexwedana bi heybet silav dikim. Şehîdên serhildana jinê û şoreşa azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazim, şîfa xêrê jî ji birîndaran re.

Bêguman çirûska azadiyê ya bi şehadeta Jîna Emînî rû da li tevahiya cîhanê belav bû. Lê belê beriya Jîna, li Merîwanê rastiya Şilêr Resûlî heye, ku li dijî mejiyê paşverû yê sîstema serwer a mêr bû sembola berxwedanê. Helwesta berxwedanê, sekna bi rûmet a Şilêr Resûlî ji aliyê gelê me ve veguherî daxwaza azadiyê û kolanên Merîwanê bûn qada berxwedanê. Rastiya rejîma Îranê ku 43 sal in li ser desthilatdariyê ye bi neteweperestî, olperestî û mejiyê zayendîperestî hikum li her qada jiyanê dike, destavêtinê dike. Bi vê rastiya mejî û avaniya xwe ya sîstemî êrîşî hemû nirxên civakî û bedena jinê dike. Sîstema vê rejîmê û saziyên wê di her kêlî û deqeya jiyanê de êrîşî rastiya gelên il Îranê dikin, qetil dikin. Jiyan ji aliyê pergala bi serweriya mêr ve hatiye dîlgirtin. Piştî ku Şilêr Resûlî li Merîwanê ev mejiyê destavêtinê red kir û qîrîna azadiyê kir, li Merîwanê gelê me xwedî li nirxên civakî derket û bû dengê qîrîna azadiyê ya Şilêr Resûlî, xwedî li rastiya Şilêr derket û helwesta berxwedanê xurt kir, biryar li ser belavkirina vê helwestê da. Hêrsa ku bi qetilkirina Şilêr Resûlî derkete holê, bi qetilkirina Jîna re veguherî destpêkirina pêvajoyeke şoreşgerî. Jîna Emînî jineke Kurd bû û li paytexta rejîma Îranê Tehranê bi rengekî hovane hate qetilkirin. Êrîşa li dijî Jîna êrîşa li hemberî jinan hemûyan û gelê Kurd bû. Gelê me jî ji bajarê Seqizê ku bajarê Jîna ye, heta bi Sineyê, ji wir jî heta bi hemû bajarên Îranê nerazîbûna xwe nîşan da. Daxwaza azadiyê bilind kir. Got ku vê rejîma totalîter, faşîst û destavêtinê êdî qebûl nake. Daxwazên azadiyê pêl bi pêl belav bûn û gihîşt bajarên Îranê hemûyan. Êrîşa Geştê Erşat (Polîsên Exlaqê) ya li hemberî Jîna, êrîşa li dijî civak, jinan, nirxên exlaqî, civakî û çandî yên gelan bû. Di serî de Kurd û jinan, gelên Îranê hemûyan ev êrîş bi vî rengî fêhm kirin û li gorî wê helwest nîşan dan. Ya ku rejîma Îranê bi navê exlaqê li ser civakê û jinan ferz dike bi rastî jî bêexlaqî, bêîradekirina civakê, bênefeshiştina civakê ye. Bi êrîşa li dijî Jîna Emînî re rejîmê hewl da ku tirsê bixe nava tevahiya welêt. Lê belê ev plan bi ser neket, hêrs û nerazîbûna jin û civakê ya 43 salan a li hemberî rejîmê teqiya. Ev meheke gel û jin ji qadan naçin, hêrs û nerazîbûna xwe ya li hemberî rejîmê bi rê û rêbazên cuda nîşan dide. Jinan porê xwe jê kirin, hîcap ên ku rejîm li wan ferz dike, dişewitînin. Ev hemû nîşan didin ku hêrsa jinan a li hemberî rastiya rejîma heyî çiqasî mezin e. Hatiye asteke welê ku êdî ti hêz nikare li pêşiya vê hêrsa jinê bibe asteng. Jinan biryar li ser azadiyê dan û pêşengiyê ji serhildanê re dikin. Pêşengiya jinan a ji bo serhildanê, hêz û moralê dide civaka Îranê. Civak jî bi pêşengiya jinê xwedî li hebûn û îradeya xwe derdikeve. Niha jî gelê me bi xwedîderketina li hebûn û îradeya xwe ya azadiyê tola Jîna hiltîne. Azadiya jinê wê azadiya gelan hemûyan misoger bike. Gelên Îranî hemû jî bi vê têgihiştinê tevdigerin û ji qadan venakişin. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Seqizê hate qîrîn, li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bû, veguherî dirûşma azadiyê ya gelan û rastiya rejîma Îranê hejand. Gel û jin di daxwaza azadiyê de bi biryar in û nîşan didin ku ew jiyaneke demokratîk û wekhev diparêzin. Peyama wê yekê didin ku heta daxwazên wan bi cih bên wê ji qadan neçin. Destnîşan dikin ku êdî vê rejîma despot qebûl nakin û daxwaza guhertina rejîmê dikin. Peyama ku meha dawî hate dayin û serhildana ku çêbû bi vî rengî dikare bê nirxandin.

CUDAHIYA JI ÇALAKIYÊN BERIYA NIHA

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê beriya niha jî xwepêşandanên ji bo şermezarkirina sîstemê û kiryarên rejîma heyî hatin lidarxistin. Dema ku mirov bîne ber hev, gelo çi cudahî di navbera xwepêşandanên niha û yên berê de heye?

Beriya her tiştî bibêjim ku cudahiyeke gelekî mezin heye. Di serî de Rojhilat gelên li Îranê hemû xwedî kevneşopî û ruhekî şoreşger in. Jin û gel ti carî bi rastiya rejîma heyî ya Îranê re nebûn yek û sekna xwe ya şoreşgerî ya li dijî rejîmê her tim dewam kir. Di her firsendê de û bi her rê û rêbazê nîşan dan ku çawa li dijî rejîma Şah bûn, bi heman rengî li hemberî rejîma Mola ne, qebûl nakin û wê ti carî bi vê rejîmê re nebin yek. Rejîma Şah di sala 1979'an de bi pêşengiya jinê hatibû hilweşandin. Wê demê jî jin û gel bi daxwaza azadî, wekhevî û demokrasiyê, bi hêvî û bendewariyê pêşengî ji şoreşa 1979'an re kirin. Lê belê piştre di serî de jin, bendewariyên gelên Îranî, hêvî û daxwazên wan bêbersiv hatin hiştin. Ji rejîma Şah jî girantir bi kiryarên dîktatorî, faşîstî êrîşî jinan û gelan hate kirin. Rejîma Mola ya Îranê di nava 43 salên derbasbûyî de bi destgîrkirin, êşkence, zext û darvekirinê hewl da rastiya jin û civakeke kole ya ku serî li ber ditewîne biafirîne. Lê belê gel di nava 43 salan de gelek caran li hemberî rejîma heyî rabû ser piyan. Gelan û jinan ti carî sîstema heyî qebûl nekirin û diyar kirin ku wê teslîmî sîstemê nebin. Di nava 8-9 salan de gel bênavber rabû serhildanê. Mînak mamoste, karker-kedkar û jinan nerazîbûna xwe timî bi xwepêşandanan nîşan dan. Eger mirov cudahiya wê bi şênberî raxin pêş çavan; gelên ku li dora Jîna li hev civiyan, bi yek dengê daxwaza azadiyê dikin. Çirûsk û daxwaza azadiyê li Kurdistanê geş bû. Belûcistanê jî bi gotina 'Dengê Kurdistanê dengê min e' xwedî li vê daxwazê derket. Ahwaz, Tebrîz jî bi heman rengî xwedî li dirûşma azadiyê ya Kurdistanê derket, daxwaz weke daxwaza xwe dît û herikî qadan. Ji Tehranê jî dirûşma 'Kurdistan Kurdistan, tu çavkaniya ronahiyê ya Îranê ye' bilind bû. Cara yekê dînamîkên civakî hemû li dora heman daxwazan gihîşt hev. Armanc û hedefên xwe kirin yek. Lewma mirov dikare bibêje ku ji serhildanên beriya niha pir pir cuda ye. Ji sala 2010'an û pê ve li Îranê zanîngeh hinekî hatibûn bêdengkirin û rêxistinî lawaz bûbû. Lê belê bi vê serhildanê re di serî de zanîngehên li Tehranê, li zanîngehên li tevahiya welêt ruhê şoreşgerî, sekna şoreşgerî ji nû ve zindî bû. Daxwazên azadiyê ji nû ve ji zanîngehan bilind bûn. Zanîngeh bi rola pêşengiyê radibin û tevlî serhildanê dibin. Ev helwest li hemû dibistanên seretayî û navîn ên li Îranê belav bû. Zarok bi xwe êdî li qadan e. Ew jî bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' kolanên Îranê dihejînin. Lewma ji heft heta heftê salî her kes û ji her beşên civakê di vê şoreşa azadiyê de xwe û hebûna xwe bi 'Jin, Jiyan, Azadî' formule dikin û bi vî rengî xwedî lê derdikevin. Hunermend, sportvan, mamoste, doktor, xwendekarên zanîngehan, karker, kedkar û hwd. her kes hebûna xwe di nava vê şoreşê de dibînin. gelan formula 'Jin, Jiyna, Azadî' pejirandin û biryar dan ku bikin çavkaniya jiyanê. bi kurtasî gel û jin nîşan didin ku wan Paradîgmaya Civaka Azadîparêziya Jinê ya Ekolojîk Demokratîk a Rêber Apo pejirandine û bi biryar in ku konfederalîzma demokratîk li dora vê paradîgmayê ava bikin. Formul û dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' veguherî sembola jiyana hevpar a gelan. Pêvajoya şoreşgerî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir wê Şoreşa Rojhilata Navîn bi xwe re bîne û veguhere şoreşa azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn.

'EGER GUHERTINEKE CIDÎ NEYÊ KIRIN WÊ REJÎM HILWEŞE'

Hûn nêzîkatiya Îranê ya li hemberî daxwazên jinan û gelên Îranê çawa dinirxînin? Gelo wê di çarçoveya demokratîkbûn û azadiya jinê de guhertinek bê kirin?

Rejîma Îranê guh nade daxwazan, xwe nade ber fêhmkirin. Bi rêbazên cuda yên tundiyê bersivê dide daxwazên azadiyê yên jinan û gelan. Hewl dide bi tundiyê gelan û jinan bitepisîne. il hemberî xwepêşandêran fîşekên rastî, gazên îsotê, ava şid bi kar tîne, êrîş dike, destgîr dike, digire. Bi rêbazên hovane jinan û ciwanan qetil dike. Lê belê jin û gel van berdêlan hemûyan didin ber çavên xwe û xwe ji qadan venakişînin. Li Kurdistanê bi dehan şehîd hatin dayin, li Belûcistanê komkujî li gel hate kirin. Li bajarên ku tevlî serhildanê bûn hemûyan şehîd hatin dayin. Lê belê dîsa jî gelan û jinan paşve gav neavêtin. Rejîm jî vê biryardariya gel dibîne û ji vê biryardariyê ditirse. Zane ku eger guhertinê neke dibe ku hilweşe. Lewma nîşaneyeke ji bo bersivdana daxwazan xuya nake. Artêşa Besîc berdaye nava kolanan û bi rengekî hovane êrîşî gel dike. Rayedarên rejîmê ji medya Îranê gefê li gel û jinan dixwe yên rabûne serhildanê. Dibêjin ku gelên daxwaza azadiyê dike ji aliyê hêzên derve ve tê birêvebirin. Lê belê ew jî û her kes jî zane ku ti eleqeya van gotinan bi rastiyê nîne. Gelên Îranî 43 sal in di bin vê rejîmê de dieciqe û welê lê hatiye ku bêhn lê çikiya ye. Bi vê gava şoreşgerî dixwaze hilmê bistîne, bi rengekî azad bijî. Eger rejîma Îranê guhertinên cidî neke, eger daxwazên azadiyê yên gelan ji nedîtî ve bê û bersivê nede wê nikaribe xwe ji hilweşînê rizgar bike. Rejîm amadekariyê dike ku hîn bi giranî êrîş bike. Her ku rejîm gefê dixwe gel jî serhildanê belav dike û wê bêhtir belav bike.

DIVÊ NEXŞEYA RÊ ÇAWA BIBE? 

Jin û gelên Îranê piştî vê qonaxê ji bo ku daxwazên xwe bi cih bînin û encam bigirin divê nexşerêyek çawan bişopînin? 

Jin û ciwan ji bo daxwazên xwe yên azadiyê misoger bikin divê helwesta xwe ya serhildanê bidomînin. Divê zêdetir hevkarî, yekîtî û bi awayek plankirî tev bigerin. Helbet Îran xwedî mozaîka çandî ya dewlemend e, li Îranê pêkhateyeke pirneteweyî heye. Pêwîste hemû beşên civakê zêdetir xwe bi rêxistin bikin. Ji bo ku ev pêvajoya şoreşgerî nekeve xizmeta kesên ku xwe weke muxalefet û opozisyon pênase dikin, divê gel bi rêxistin, hestiyartir û di nava yekîtiyê de tevbigerin. Zîhniyeta van beşên ku xwe weke mûxalefet pênase dikin jî faşîst û zayendperest e. Gel û jinan bi formula 'Jin Jiyan Azadî' alternatîfên xwe danîn holê. Divê zêdetir vê formulê pêk bînin û heya daxwazên xwe bi dest nexin, divê dev ji qadan û kolanan bernedin. 

Hûn çi çareserî dibînî? Nexşerêya we çi ye? 

Êdî gel û jin dixwazin bi nasnameya xwe bên qebûlkirin, bijîn, bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin, bixwînin, bi nirxên xwe yên çandî bijîn û xwe bi rêve bibin. Daxwaza sîstemeke ku hemû gel û jin bi awayekî azad xwe tê de îfade bikin û li ser bingeheke wekhev û demokratîk bijîn dixwazin. Helbet nexşerêya me û çareseriya me ew e ku em guh bidin daxwazên bilindkirina gelê me û jinan. Ger rejîma Îranê deriyên guhertineke demokratîk a rasteqîn veneke, ev bertek nayên bêdengkirin, wê bi belavbûna serhildanê bidomin. Divê gel di platformên azad de bên gel hev, rê û rêbazên avakirina sîstema demokratîk, wekhevîxwaz û azadîxwaz a ku dixwazin binirxînin. Divê helwesta xwe hîn radîkal bike û rejîmê neçar bike ku gavekê bavêje. Me weke KJAR’ê di sala 2018’an de projeyek ji 13 xalan pêk tê pêşkêş kir. Dema ku me ev proje amade dikir, me bi dîtina potansiyela gel û jinên ku êdî qebûl nakin bi rastiya vê rejîmê re bijîn, ev proje amade kir. Di wê projeyê de me daxwaz ji rejîma Îranê kir ku guhertinên cidî di yasayên xwe de bike û van yasayan di berjewendiya jinan û gelan de demokratîze bike. Ji ber ku li Îranê hemû zagon zayendperest û dijdemokratîk in. Ji ber vê yekê qanûnên li dijî jinê û azadiya gelan e. Dîsa divê hemû gel xwedî mafê perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê bin. Divê jin bi xwe biryarê bidin ku çi li xwe bikin, çawa bijîn û çi karî bikin. Divê li gorî zagonan nêzî jinan nebin û li ser jinan neyê ferzkirin. Niha mafê jiyanê yê hemû zindiyan heye. Lê rejîma Îranê ev maf ji jinan û gelan girtiye. Rejîm biryar dide ku jin û gel çawa bijîn. Ji ber vê yekê em di projeya xwe ya ku di sala 2018’an de pêşkêş kiriye de israr dikin. Daxwazên ku me kirine proje, daxwazên azadî, wekhevî û demokrasiyê ne ku îro hem gel hem jî jin li qadan berz dikin. Formula 'Jin Jiyan Azadî' di heman demê de hawana avakirina neteweya demokratîk e. Gelê Kurd jî di vê wateyê de xwedî tecrube ye. Mînaka Rojava heye. Helbet Rojhilat Rojava ji xwe re mînak digire. Li ser esasê projeya netewa demokratîk ku li Rojava bi jiyanî bûye, sîstemeke azad û demokratîk dixwaze. Li bajarê Qumê jî ku navenda îdeolojîk a rejîma Îranê ye, bi berzkirina dirûşma "Jin Jiyan Azadî" daxwaza azadî hat kirin. Ev jî nîşan dide ku pergal gihiştiye kîjan astê.

KAMPANYA KJAR’Ê

KJAR'ê di demeke ku azadiya jinê bûye mijareke germ de kampanyaya bi navê 'Dema Parastina Şoreşa Jinê ye' da destpêkirin. Di eksena kampanyayê de hûn plan dikin ku çi bikin? Ji bo kampanyayê encam bigire û berfirehtir bibe banga we heye?    Di serî de ez dixwazim balê bikişînim ser vê yekê ku çima me wek KJAR’ê kampanyaya bi navê 'Dema Parastina Şoreşa Jinê' da destpêkirin. Niha di pêşengiya jinan de pêvajoyeke şoreşgerî pêş dikeve û jinên pêşengiya vê pêvajoya şoreşgerî dikin bi biryar in ku jiyana azad ava bikin. Lewma pêwîstî bi parastina vê şoreşê û mezinkirina wê heye. Weke KJAR’ê em xwe li hemberî jinên ku biryara azadiyê dane û berdêla wê dane berpirsyar dibînin. Dîsa em xwe berpirsyar dibînin ku zêdetir li dora daxwaza azadiya jinê bi rêxistin bibin, bi hev re tevbigerin û biparêzin. Di vî warî de tecrubeyeke me ya mezin jî heye. KJAR’ê li ser mîrateya têkoşînê ya Zîlan Pepûle û Şîrîn Elemhûlî û bi dehan û bi sedan şehîdan hatiye avakirin. Şîrîn Elemhûlî bi berxwedan û teslîm nebûna di girtîgehên rejîma faşîst a Îranê de ji bo hemû jinan û gelên Îranê bû sembola azadiyê. Şîrîn Elemhûlî di sala 2008'an de li ser dîwarên zindana Êvînê dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' nivîsand. Niha ev dirûşme bûye slogana azadiya hemû jin û gelên Îranê. Ji ber vê yekê em xwe mecbûr dibînin ku vê derketinê hembêz bikin. Her wiha me du sal berê di bin pêşengiya KJAR'ê de 'Platforma Pir Neteweya Demokratîk' ava kir. Di vê platformê de jinên Ereb, Belûç, Afgan û Fars jî cih digirin. Yek ji armanca me ya bi vê kampanyayê ew e ku em vê platformê hîn zêdetir berfireh bikin. Bi rêya vê platformê em dixwazin pirsgirêkên ku jin di qada siyasî, hiqûqî û civakî de rû bi rû dimînin bi berfirehî nîqaş bikin û çareseriyên alternatîf pêş bixin. Ji ber vê yekê divê jin ji hemû gelên Îranê bi awayekî aktîf piştgirî bigirin û beşdarî kampanyaya dawî ya ku me daye destpêkirin bibin û xwe ji berfirehkirina kampanyayê berpirsyar bibînin. Ez bi rêya we careke din bang li jinan û hemû gelên Îranê dikim ku li dora dirûşmeya kampanyaya xwe bicivin, bibin yek, xwe bi rêxistin bikin û têkoşînê bilind bikin. Careke din em bang li jinên Besic ku endam û wekîlên meclisa Şûre ne û bi taybetî jî yên ku xizmeta zihniyeta zayendperest, olî û neteweperest a rejîma Îranê dikin, dikim; Werin em li dora daxwazên gelan û jinan bicivin.