Arîo Berzen: Nifşê nû koletiyê qebûl nake; her der jê re cihê serhildanê ye

Endamê Desteya Rêveber a KODAR’ê Arîo Berzen destnîşan kir ku gelê Kurd di her qonaxên dîrokê de pêşengî ji azadî û rizgariyê re kiriye û got, "Ji bo nifşê nû her qad cihê serhildan û têkoşînê ye."

Endamê Desteya Rêveber a KODAR’ê Arîo Berzen li ser serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku mehek li pey xwe hişt, ji ANF’ê re axivî

Arîo Berzen di destpêka axaftina xwe de şehîdên şoreşê yên gelên Îranê bi taybetî şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: "Xebatên rizgarî û azadîxwazî li asta Kurdistan û Îranê qet bêberdêl nebûye. Gelê Kurd di her qonaxên dîrokê de ji bo azadî û rizgariyê pêşengî kiriye. Ev pêşengiya wan pîroz e. Azadî berpirsiyartiyê dixwaze, bêguman gelê Kurd di vê qonaxê de berpirsiyariyên xwe yên azadiyê bi cih tînin. Li her çar aliyên Îranê serhildan hene. Li hemberî rejîma sêdarê ya Îranê ku 40 sal in didome, bi yek dengî hewara azadî û rizgariyê dikin. Li Belûcistan, Azerbeycan, Xozistan û hemû cihan, dereng an zû divê bersivê şoreşê bidin."

'PÊWÎSTE XWEDÎ LI NIFŞÊ NÛ DERBIKEVIN'

Endamê Desteya Rêveber a KODAR’ê Arîo Berzen destnîşan kir ku nifşa nû ku di salên 70’î de derketin pêş, niha ev nifş bûye şoreşger û xwepêşandanan dikin û wiha dewam kir: “Nifşek nû hate meydanê, bi asayî nayê bêdengkirin nifşek azad û serbest e. Ev hemû enerjî û daxwaz ji bo azadî û pêşengtiyê ye. Şehîdbûna xwe jî didin ber çavên xwe. Ev pir girîng bû. Di van rojan de her kes dibihîse û dibîne, bi taybetî ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve êrîşêki pir giran li ser nifşê nû heye. Pêwîstî bi xwedîderketina li vî nifşî heye. Her ev nifşe li çiya, li hemû cihên Kurdistanê têdikoşe. Her ev nifşe bû ku di salên 70 de hatin pêş û niha ev nifş bûye şoreşger û xwepêşandanan dikin."

'JI BO NIFŞÊ NÛ HER QAD CIHÊ SERHILDAN Û TÊKOŞÎNÊ YE'

Arîo Berzen diyar kir ku dewleta Îranê ji nifşê nû ditirse û got, ger daxwazên wan bi cîh neyne wê nifşê nû jî li dijî wan derbikevin û wiha dewam kir: "Me zanî ku ji bo vê nifşê nû cih ferq nake, çiya be, bajar be, dibistan be û kolan be hemû der ji bo van cihê têkoşînê ye. Komara sêdare ya Îslamî bi rastî jî ji vî nifşî tirsiya ye. Eger rejîma Îranê li dijî al û fermanên gel derbikeve, wê gel jî li vê derê al û fermanên van bişewitînin, têk bibin. Ji ber ku ev nifş rêz nadin komara sêdara ya Îslamî, pêwîste em jî aligirê wan bin. Êdî mafê kesek tune ye ku lomeyan yan jî gotinek ji vê nifşê re bike. Bila rejîma Îranê zanibe ku qanûnên dewletê nayê nas kirin. Ev nifşê nû bi rastî jî koletiyê nas nakin, zîncîra koletiyê dişkînin. Kanûn û yasayên nifşê kevin nayên naskirin êdî. Erk û berpirsiyariya me ya yekem eve ku em piştgirî bidin nifşê nû û em wan nas bikin ji ber ku yên ku me birêvebibin wê ev nifşê nû be."