Dagirker bi bombe û çekên qedexe êrîşî qadên gerîlayan dikin

Dewleta Tirk a dagirker ya ku li hemberî berxwedana gerîla nikare li ber xwe bide, 36 caran Qadên Berxwedanê bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bombe kir. Artêşa Tirk 2 caran bi balefirên şer û 22 caran jî bi helîkopteran êrîş kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer ev daxuyanî da:

“Dewleta Tirk a ku sûcê şer dike, ji roja ku li Başûrê Kurdistanê tevgera dagirker daye destpêkirin, gerîlayên azadiya Kurdistanê li çeper û qadê li hemberî êrîşan li ber xwe dide. Artêşa Tirk a dagirker nekarî li vê qadê berxwedanê bişikîne, li dijî hiqûq û exlaqê şer, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev sûcên şer hatine belgekirin û ji ber ku li hemberî van sûcên şer têra xwe nerazîbûn nehatiye nîşandan, dewleta Tirk cesaret ji piştgiriya NATO’yê distîne, êrîşên xwe yên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî didomîne.

Artêşa Tirk a dagirker di 14’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê 36 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bombe kiriye. Di heman demê de 2 caran bi balefirên şer, 22 caran bi helîkopterên êrîşê û di dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kiriye.

Di encama çalakiyên hêzên me de 4 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî hatiye birîndarkirin. Di heman demê de 60 kîlo teqemeniyan dagirkeran jî hatiye îmhakirin.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşan wisa ye:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 14’ê Cotmehê de saet di 16.00, 16.50 û 18.10’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dane û 3 dagirker ceza kirine.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurê;

Di 14’ê Cotmehê de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn a Xakurkê dane.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

Di 14’ê Cotmehê saet di 09.00’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane.

Di 14’ê Cotmehê de saet di 09.20 û 14.00’an de tîmên me yên bi tevger du caran bi sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê dane. Di van çalakiyan de dagirkerek hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di 15’ê Cotmehê de saet di 08.30’an de dema ku dagirkeran xwestine bi 60 kîlo teqemeniyê çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bombe bikin, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê 60 kîlo teqemenî îmha kirine.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

14’ê Cotmehê çeperên şer ên Şehîd Yûnûs ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 26 caran bi bombeyên qedexe û çekên kimyewî hatin bombekirin.

14’ê Cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê û çeperên şer ên Şehîd Botan ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 10 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên arteşa Tirk a dagirker;

14’ê Cotemehê qadên Dola Şehîdan û Qada Newrozê yên Qendîlê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

 14’Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Saca, Kurojahro û Girê Amediyê 22 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

 14’ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî û Girê FM dehan car bi obus, tank û çekên giran hate bombekirin.

 14’ê Cotmehê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Çemo, Girê Cûdî û Girê Amediyê geriyan.

 14’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê FM arteşa Tirk xebatên çêkirina rê ku bi armanca pêşîvekirina dagirkeriyê dike, domand.

14’ê Cotmehê  arteşa Tirk a dagirker hewl da ku çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker bi kepçeyan hilweşîne.”