Li Çîlikanê 5 kes hatin destgîrkirin
Li Çîlikanê di operasyona qirkirina siyasî de 5 kes hatin destgîrkirin.
Li Çîlikanê di operasyona qirkirina siyasî de 5 kes hatin destgîrkirin.
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de li navçeya Çîlikanê ya Semsûrê, li bajarokê Bulamê serê sibehê serdegirtin li gelek malan hate kirin.
Di encama serdegirtinê de Ercan Sûcû, Abûzer Yaman, Guzel Demîrcî, Mahmût Yildiz û Hasan Sel hatin binçavkirin.
Kesên bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin binçavkirin, birin Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Semsûrê.