Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin

Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didomin. Li Girtîgeha Evînê şer qewimî.

Piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên Îranê ve serhildanên li Îranê û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bênavber dewam dikin. 

Şeva Şemiyê jî li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê; Ûrmiye, Kirmaşan, Sine, Îlam, Seqiz û Mehabatê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Her wiha li paytexta Îranê Tehranê û bajarên weke Kîs, Ardebîl, Îsfahan, Mahadan û Reştê jî gel daket qadan û di navbera gel û hêzên dewletê de şer qewimî.

Şeva Şemiyê girtiyên li Girtîgeha Evîn a Tehranê ku bi êşkenceyê xwe bi nav û deng e, li hember rejîmê serî rakirin, ku dîmenên girtîgehê jî li ser medya dijîtal hatin parvekirin.

Li gorî ajansa fermî ya Îranê Îrna, di girtîgeha Evînê de şer qewimînî ye. Malbatên girtiyan bi fikar in. Rayederan ti agahî nadin malbatan.

Dozgerek li Tehranê îdia kir ku ti eleqeya bûyerên li girtîgehê bi xwepêşandanên li seranserî welat tune ye.

Agirkujekî ku ji ajansa Îrnayê re axivî diyar kir ku di şewata girtîgehê de 8 kes birîndar bûne. Hinek çavkanî jî diyar dikin ku ,çend girtî hatine qetilkirin.

Bi sedan girtî li girtîgehê tên ragirtin. Ev girtîgeh di sala 2018’an de di lîsta reş ya “binpêkirinên mafên mirovan ên giran” ya DYE’ê de cih girtibû.

Li gorî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a HRW, li girtîgeha Evînê gelek binpêkirinên mafên mirovan ên wek girtîmayîna bêdem, lêpirsînên bi êşkence û astengkirina mafên tendûristiyê ya girtiyan, tê pêkanîn.

Di dîmenên ku li ser medya dijîtal de hatine parvekirin, tê bihîstin ku dengê çekan û dirûşmeyên” Bimre dîktator” bilind dibe.

Di xwepêşandanên Tehranê de jî dirûşmeyên, “Divê Molla derbikevin”, “Bimre dîktator” hatin berzkirin. Hat ragihandin ku di êrîşên hêzên dewletê yên li dijî xwendekarên zanîngehê de herî kêm 20 xwendekar hatine destgîrkirin.

Li bajarê Hemedanê jî xwepêşandar bi hêzên dewletê re şer kirin.

Li bajarê Ardebîl jî tevî qedexeyên tund xwepêşandanên li dijî desthilatdariyê hatin lidarxistin.

Li gundê Neyê ê bajararê Merîwanê ê Rojhilatê Kurdistanê jî, xwendekaran li kolanan agir pêxistin û dirûşmeyên li dijî desthilatdariyê berzkirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan di nav 29 rojan de zêdeyî 200 kes hatine kuştin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku di nav kesên hatine kuştin de hêrî kêm 23 zarok ku temenên wan di navbera 11 û 17 saliyê de ne, hene.

Li gorî muxalifên Îranê xwepêşandanên gel belavî 190 bajaran bûye, zêdeyî 400 kes hatine qetilkirin û zêdeyî 20 hezar kes jî hatine destgîrkirin. Navên 206 kesên ku hatin qetilkirin, eşkere kirin.