‘Bi têkoşînê re wê êşkenceya li girtîgehan biqede’

Komeleya Mafên Mirovan di çarçoveya ‘Girtîgeh û pêvajoya darizandinê’ civînek li dar xist. Di civînê de hate diyarkirin bi têkoşînê êşkenceya li girtîgehan dikare biqede.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amedê tevî rêxistinên saziyên sivîl bi navê ‘Girtîgeh û pêvajoya darizandinê’ civînek lidarxistin. Odeya Tabîban, SES, MEBYA-DER, TÛHAY-DER û OHD tevlî civînê bûn.

DI 10 MEHAN DE 63 GIRTÎ HATIN QETILKIRIN

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn bal kişand ser rapora Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê û diyar kir di 10 mehên sala 2022’an de herî kêm 63 girtî li girtîgehan hatine qetilkirin û li girtîgehên bi awayekî zêde mafê mirovan û girtiyan tê binpêkirin. Zeytûn got “Bi taybetî li girtîgehan em dibin şahid ku astengiyên piştî pandemiyê bûne tiştên normal û veguherîne pergalekê. Bi girtîgehên nû hatine çêkirin re, tecrîd jî didome. Bi têkoşîna mafên mirovan re em dikarin vê rewşê biguherînin.”

Civîn ji çapemeniyê re girtî, didome.